Piştrastkirina şehadeta fermandê giştî yê Tabûrên El-Qessam
Tevgera Îslamî ya Hemasê şehadeta Mihemed Zeyf fermandê giştî yê Şehîd Îzzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê vê tevgerê piştrast kiriye û gotiye ku vî têkoşerî piştî temenekî hewildan û têkoşan û berxwedana jibo Rizgariya Filistînê di dawiyê de pileya bilind a şehadetê bi des xist.
Di daxuyaniya Tevgera Hemasê de hatiye ku ezmûnan nîşan daye ku şehadeta fermandeyên tevgerên berxwedanê ne tenê nebûey sedema jinavçûn û işkesta wê belku di lehengên nû li qada rûmet û fedakariyê di şerê Bahoza El-Eqsayê de derketine holê û rêya berxwedanê berdewam kirine.Kanala 12 ya Rejîam Siyonîstî jî ragihand ku armancên şerê Îsraîlê di jinavbirina şiyanên leşkerî yên Hemasê bi ti awayî pêk nehatine. Hevgav tevgera Hemasê ragehan ku pêşwaziya berfireh ya ji girtiyên azadkirî vê peyamê dide dagirkeran ku girtî xeta sor a berxwedanê ne.
Hazim Qasim Berdevkê Hamasê jî got: Me hêzên dagirker neçar kirin ku xetên sor ên ku ji bo xwe kivş kiribûn derbas bikin û girtiyên ku cezayê hewsa hetahetayê li wan hatiye birîn serbest berdin.. Di eynî demê de binpêkirina agirbesê li Xezze û Lubnanê ji aliyê rejîma dagirker ve berdewam dike. Bi curekê ku dagirkeran di operasyona xwe ya li kampa Cenînê li bakurê Rexê Rojava de, 2 sivîlên filistînî şehîd kirin. di berdewamiya binpêkirina agirbesê li Libnanê û girtina pêşiya vegera welatiyên Libnanî bo malên xwe, bajarokê El-Tebiye li başûrê Libnanê bi xwefiran dan ber êrişan.
Ji hêla din ve jî Antonyo Gotêrşê Sekreterê Giştî yê NY bal kişandiye ser nebûna îmkanata pizîşkî li Xezzeyê û daxwaza derxistina 2 hezar û 500 zarokên filistînî ji vê zîvalê kir da ku bikaribin xizmeta pizîşkî werbigirin.