Xwenîşandanên li Parîsê ji bo protestokirina peymana digel Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i353106-xwenîşandanên_li_parîsê_ji_bo_protestokirina_peymana_digel_rejîma_siyonîst
Bi hezaran hemwelatiyên Firansî li xwenîşandanekê li Parîsê daxwaza betalkirina hevhatinameyên Ewropayê bi Rêjîma Siyonîst re kirin. Çend nûnerên Civata Neteweyî ya Firansayê û Parlimana Ewropayê û rêxistinên mirovdostane û hiqûqî jî beşdarî vê xwenîşandanê bûn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 26, 2025 16:29 Asia/Tehran

Bi hezaran hemwelatiyên Firansî li xwenîşandanekê li Parîsê daxwaza betalkirina hevhatinameyên Ewropayê bi Rêjîma Siyonîst re kirin. Çend nûnerên Civata Neteweyî ya Firansayê û Parlimana Ewropayê û rêxistinên mirovdostane û hiqûqî jî beşdarî vê xwenîşandanê bûn.

Cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê bûne sedema xwenîşandanên girseyî yên li gel Civata Neteweyî ya Firansayê û Yekîtiya Ewropayê bona nîşandana nerizamendiya li hember hevhatinameyên Ewropayê bi vê rejîmê re. 

Di vê xwenîşandanê de beşdaran piştî 5 kîlometran meşiyanê, daxwaza cezakirina Rejîma Siyonîst kirin. Wek mînak Rêxistina Pizişkên Bêsînor daxwaza betalkirina endamtiya hemû aliyên ku piştgiriya cinayetên Rejîma Siyonîst dikin û rê nadin ku alîkariyên mirovî derbasî Xezzê bibin, di vê rêxistinê de kir.