Çile 21, 2025 15:26 Asia/Tehran

Axaftvanan di konferansa Bîranîna jînûsaydê ya ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Îslamî(IHRC) ve li Londonê hat lidarxistin de, bal kişandin ser karesatên mirovî yên li Xezzeyê û ji bo bidawîkirina jînûsaydê û pêkanîna edaleta cîhanî li ser pêwîstiya tedbîrên cidî pêgîrî kir.

Konferansa ku hevdem li gel 15’emîn salvegera projeya Roja Bîranîna Jînûsaydê hat lidarxistin, mêvandariya kesayetên navdar ên wek pizişk, çalakên mafên mirovan û nivîskarên navneteweyî kir. Mebesta sereke ya vê civînê lêkolîna encamên jînûsaydê li navçeyên curbicur ên cîhanê û tekezî li ser giringiya tomarkirin û bibîranîna van karesatan bû.

 

Serepeyv