Çile 16, 2025 10:14 Asia/Tehran

Hevhatina ser agirbesê li Xezzê piştî 15 mehan cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê ku ji aliyê Amerîkayê ve hat piştgirîkirin, ji aliyê civaka cîhanî ve hat pêşwazîkirin û pêleke dilxweşiyê li Xezzê û welatên navçê bi xwe re anî.

Hevhatina ser agirbesê li Xezzê piştî 15 mehan cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê ku ji aliyê Amerîkayê ve hat piştgirîkirin, ji aliyê civaka cîhanî ve hat pêşwazîkirin û pêleke dilxweşiyê li Xezzê û welatên navçê ji wan gelên Îran, Iraq, Yemenê û Libnan û Sûriyê bi xwe re anî. Piştevaniya ji hêla çek, istixbaratî, pereyî, siyasî û medyayî ya Rêjîma Siyonîst ji aliyê Amerîka û hinek ji  hevpeymanên ewropî yên Rêjîma Siyonîst ve, bû sedema şikesta rêxistin û civatên navneteweyî ji wan Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ku erka wan ya bingehîn parastina aştî û aramiya li cîhanê ye. Heta bi derxistina biryara Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya ku cinayeta qirkirina û jînûsayda Îsraîlê dijî gelê Xezzê piştrast dike û helbet şopandina Netanyahu û Galant bi biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û zextên hiqûqî û navneteweyî yên li ser wan jî nikarîbûn makîna kuştinê ya Rejîma Siyonîst bidin sekinandin.

Rejîma Siyonîst di 15 mehên derbasbûyî de çendîn caran li hember her rêketinameyeka agirbesê derketiye û belkî sedema vê yekê jî ji ber têkçûna armancên wê yên ragihandinî be, lê di rojên derbasbûyî de, zexteke mezin li ser Netanyahu hat kirin ku agirbesê bipejirîne. ji aliyeke din ve xercên vî şerî ji bo Rejîma Siyonîst gelekî giran bûn. Di dawiyê de tevî dijberiya tundrewên kabîneya Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîst ji bo revîna ji şikestinên zêdetir bi vê agirbesê re razî bû. Armancên herî girîng ên ku Rejîma Siyonîst bi qebûlkirina vê agirbesê nekarî bi dest bixe, têkbirina tam a Hemasê, azadkirina girtiyên siyonîst û vegerandina bajaroknişînên aware bo bakûra Erdên Dagirbûyî bû û ji ber van sedeman meriv dikare agirbesa Xezzê bi navê têkçûna dubare ya Rejîma Siyonîst di warê îstixbaratî û operasyonê de, piştî operasyona Bahoza Eqsayê di 7`ê Cotmeha 2023`an de bizanibe.

Serepeyv