Şehadeta 19 filistîniyên din li Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê şehîd û birîndarbûna 19 filistîniyên din ji aliyê artêşa Rejîam Siyonîst ve agahî da.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî de li Zîvala Xezzeyê 2 komkujî pêk anîne ku di encamê de 19 kes şehîd bûne û 71 kes jî birîndar bûne.
Hejmara şehîdên Xezeyê ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê heta niha 46 hezar û 584 şehîd bûne û hejmara birîndaran jî rabûye 109 hezar û 731 kesî.
Hevgav Ebû Ubeyde berdevkê Tabûrên Îzzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) jî got.Li besriva cinayetên artêşa Rejîma Siyonîst li zîvala Xezzeyê, têkoşerên vê koma berxwedanê zêde ji 10 eskerên vê rejîmê kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin. Wî tekez kir ku ziyanên artêşa dagirker a şikestî ji ya ku wan bi xwe radigihînin gelek zêdetir in.