Kanûn 25, 2024 20:18 Asia/Tehran

Welatên cîhanê di halekê de van rojana mijûlî lidarxistina cejnsa sala nû ya zayînî ne ku êrişên rejîma dagîrker û şerê jînosaydê yê vê rejîmê li dijî filistîniyên Xezzeyê ew 446 roj in ku tim didome.

Bombebarana navçeyên  curbicur ên Zîvala Xezzeyê  ji sietên serê sibê çarşemiyê ve bûne sedema  şehîdbûna  9  kesî û  her wiha 15 kes jî birîndar bûne.

 Hisam Ebû Sefiye, Rêvebirê Nexweşxaneya Kemal Edwan li Xezeyê tekez kir ku artêşa terorê  di halê wêrankirina vê nexweşxanê  ye û 20 kes li beşên curbicur ên nexweşxaneyê birîndar bûne ku 5 ji wan kadroyên dermankirinê ne.Leşkerên siyonîst her wiha  êrişî kampa Belatê li rojhilatê Nablosê kirin û hejmarek ciwan girtin.

Artêşa Siyonîst di çarçoveya binpêkirina peymana agirbesê ya bi Libnanê re, îro êrişeke hewayî ser parêzgeha El-Beqa li rojhilatê Libnanê pêk anî.

Hizbullaha Libnanê heta niha pabendî agirbesê bûye lê artêşa  Rejîma Siyonîst bi caran agirbes binpê kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdên şerê Xezzeyê gihîştiye 45 hezar û 361 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 107 hezar û 803 kesan.

Di eynî demê de  têkoşerên Berxwedana Filistînê êrişên xwe ser hêzên siyonîst li Xezzeyê didomînin û hêzên Tabûrên  Qudsê jî bi topên hawanê êrişî dagirkeran kirin.Têkoşerên Seraya El-Quds jî  di daxuyaniyekê de ragehandin ku navenda fermandetî û kontrolê ya hêzên Îsraîlê li rojavayê mêhwera Nêtsarîmê bi  mûşekên kinmenzîl ên 107`ê  dane ber êrişan.

Medya Rejîma Siyonîst  derbarê revîna leşkerên vê rejîmê ji meydana şer   û tirsa ji rûbirûbûna bi têkoşerên Berxwedana Filistînê agahî dan  di halekê de  ku  Binyamîn  Netanyahu biryara xwe ya jibo jinavbirina  Hemasê radigehîne agahiyên meydanî tekez dikin ku Îsraîl di halê lawaztirbûnê da ye. 

 

Serepeyv