Cinayeta nû yê siyonîstan / bombekirina dibistana awareyan li Xezzeyê
Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya herî dawî de dibistanek li rojavaya Xezzeyê bombebaran kir û hejmarek ji welatiyên filistînî şehîd û birîndar kirin.
Artêşa Rejîma Siyonîst îro şemiyê dibistana el-Macide Wesîle li rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kir.
Di encama êrişa hewayî ser vê dibistana ku penaberên filistînî têde dimînin 5 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.
Bi derbasbûna şer nav roja xwe ya 435’an de, artêşa dagirkirê Qudsê bombebarana navçeyên curbcur ên Xezzeyê didomîne ku di encama van êrişan de bi dehan kesên din şehîd û birîndar bûn.
Şeva borî û vê sibê artêşa Siyonîstî gef li xelkê navçeyên li başûrê rojhilatê Cibaliyê li bakurê Xezzeyê xwar û ji wan xwest ku demildest ji van deveran derkevin ku êrişa leşkerî yê pêk bînin.
Ji aliyê din ve Rêveberê Giştî yê Wezareta Tendirustiya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku sedî 70 yê şehîdên Xezayê jin û zarok pêk tînin.
Mûnîr El Beriş , Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di gotûbêa bi El Cezîreyê re tekez kir ku ev zîval bi temamî wêran bûye û rastî karesata mirovî ya bêmînak hatiye.
Wî got: Sedî 70yê şehîdên şerê li dijî Xezzeyê jin û zarok pêk tînin. Dijminê siyonîst bi qest dixwaze jiyana li Zîvala Xezzeyê ji nav bibe û ew dixwaze ev navçe were valakirin.
Hevgavê dewama jînosayd û cinayetên siyonîstan li Xezzeyê, xelkê welatên curbicur yên cîhanê ji wan li Tûnis, Merakiş, Berlîn û Manhayma Almaniyayê, Laheya Holenda, Oldhama Îngilisê, New York, Montrala Kanadayê û gelê Yemenê li navçeyên curbicur yên Yemenê bona piştgiriy ji gelê Filistînê xwenîşandan kirin û cinayetên siyonîstan şermezar kirin.