Kanûn 13, 2024 17:36 Asia/Tehran

Di encama êrişên nû yên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Kempa Nuseyratê da ku ketîye navenda Zîvala Xezzeyê, zêde ji 33 kesî hatin şehîdkirin û 84 kes jî bêseruşûn bûn.

Şerê Rejîma Sîyonîst dijî Zîvala Xezzeyê di roja 434 kesan da ye, di vî halî da Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmetê li ZÎîvala Xezzeyê ragihand: Di encama êrişên nû yên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Kempa Nuseyratê da ku ketîye navenda Zîvala Xezzeyê, zêde ji 33 kesî hatin şehîdkirin û 84 kes jî bêseruşûn bûn. 

Balafirên cengê û qayiqên cengê yên Rejîma Sîyonîst jî êrişî hin malên li Kempa Nuseyratê kirin.

Di encama êrişa hewayî ya artêşa Rejîma Sîyonîst ser şar Xan Yûnisê da ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê, çend kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, di encama êrişa hewayî ya artêşa Rejîma Sîyonîst ser konên awarena li başûra şarê Xan yûnisê da 3 kes hatin şehîdkirin û çend kes jî ku pirranî zarok bûn, hatin birîndarkirin.

Duh jî di encama êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst ser deverên curbicur ên Xezzeyê da 71 kes hatin şehîdkirin.

Ji hêla din va, di halekî da ku çavkanîyên nûçeyan radigihînin muzakireyên di navbera komên berxwedêr ên filistînî û Rejîma Sîyonîst derbara lihevguhertina êxsîr û desteserbûyîyan di qonaxên dawîn da ne, medyayên sîyonîst îro ragihandin ku malbat û kesên israyîlîyên li Xezzeyê êxsîrbûyî, li ber mala Ron Dermer Wezîrê Karên Istiratejîk ê vê rejîmê li Qudsa dagirbûyî dest bi kombûna nerazîbûnê kirin. 

Serepeyv