Karesata xelayê li zîvala Xezzeyê
Şehedhal û Rêxistinên navdewletî bal kişandin ser bandorên kujer ên dorpêçkirina zîvala Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û tekez kirin hemû zarokên Xezzeyê ji ber bê xwarekiyê di astengiyê de ne û li ber metirsiya mirinê de ne.
Sindûqa Alîkariya bo Zarokan a NY (UNICEF) di raporekê de ragihand ku 50 hezar zarokên filistînî li Zîvala Xezzeyê ji ber kêmxwarinê asteng bûne û di bin dorpêça giran a Îsraîlê de ne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragehand ku milyonek zarok li Zîvala Xezzeyê di ber metirsiya xwarina kêm de ne.
Şehedhalên li zîvala Xezzeyê dibêjin, bi kiryara Îsraîlê derheq girtina pêşiya derbasbûna xwariekê bo zîvala Xezzeyê û heta madeyên xwerinê ên wek ar, wisa kiriye ku xelk li seranserê vê zîvalê di nava xelayeke giran de bijîn û jibo zindîmayînê hewil diidn.
Zarok berdêla vê xelayê didin, Heman koma ku herî zêde şehîd û birîndaran dane. Raporên rêxistinên hikûmî li Xezzeyê nîşan didin ku heta niha nêzîkî 19 hezar zarok di encama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîstî li Xezzeyê şehîd bûne û hemû zarok, nêzîkî yek milyon zarok li Xezzeyê ji îmkana perwerde û xwarina baş bêpar in.
Dr. Merwan El- Hems Rêveberê nexweşxaneyên gerok li zîvala Xezzeyê jî ragihand ku tu rê jibo hilkolandina rewşa zarokên ku tûşî kêmxwarinêiyê bûne tine û em ti tiştî peyda nakin bidin wan. Nebûna îmkanata nexweşxaneyan rewşa zarokan hîna xerabtir dike û hejmara zarokên ku canê xwe ji ber birçîtiyê ji dest didin roj bi rojê zêdetir dibe.