Kanûn 08, 2024 18:58 Asia/Tehran
  • Berdewambûna cinayetên Sîyonîstan li Xezzeyê

Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet û komkujîyên din li Zîvala Xezzeyê pêk anîn.

Di roja 429an a êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da, Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê ragihand ku di encama cinayetên Rejîma Sîyonîst ên di 24 saetên buhurî da, 44 filistînî hatin şehîdkirin û 74 kes jî hatin birîndarkirin. Heyamek e ku ji ber nebûna xwarekê û ava saxlem, nîşaneyên bedxorakî û bêavîyê di laşê zarokan û heta mezinan da xûya dibin. Li Xezzeyê zarok yekem gorîyên sîyaseta sepandian birsîbûnê ji hêla Rejîma Sîyonîst va ne. Hevgavê şerê Rejîma Sîyonîst ji bo qirrkirina filistînîyan li Xezzeyê ku di meha 14an da ye, artêşa rejîma dagirker birsîhîştin û nexweşîyê wek emraza komkujîya bêdeng bi kar tîne.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku bi dehan hezar zarokên filistînî li ber bedxorakîyê ne. Zarok carina xwarinê bi dest dixin, carina jî çend rojan birsî û tî dimînin. 

Di dawîn alûgurên meydanî da hêzên berxwedêr ên fiilstînî karîn di encama pevçûnekê li Zîvala Xezzeyê da efserekî israyîlî ku beşa zêrêhî bi rê ve dibir, bikujin û li Kempa Fewwarê ku ketîye başûra rexê rojavaya çemê Urdinê jî bi maşînê pêlî eskerekî din ê sîyonîst bikin û wî bi giranî birîndar bikin. Bi vî awayî herjmara leşkerên Rejîma Sîyonîst ku di şerê dijî Xezzeyê da hatine kuştin rabû 808 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejamra şehîdên filistînî yên di encama êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da rabû 44 hezar û 708 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 106 hezar û 50 kesî. 

Serepeyv