Kanûn 06, 2024 20:15 Asia/Tehran

Di dewama cinayetên Îsraîlê dijî filistîniyên li Xezzê, Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Ewrûpa- Medîteranê ragihand: Artêşa Rejîma Siyonîst komek ji awareyên filistînî li Xan Yûnisê, zîndî di êgir da şewitandin.

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Ewrûpa- Medîteranê amajeyî vî yekî kir ku artêşa dagirkir a Siyonîst bi qest sivîlan dike hedef û herwiha got: Artêşa Îsraîlê li navçeya El Mewasî ya Xan Yûnisê, rasterast êrişî konên awareyan kir ku di encamê da 20 filistînî ku para zêde ya wan zarok bûn şehîd bûn û 18 kesên din jî birîndar bûn û şewitîn. Cinayetên Rejîma Siyonîst bona kuştin û qirkirina xelkjê Filistînê bêsînor in. Tevî derbasbûna zêde ji salekê ji şerrê Xezzê, Îsraîl hîna jî filistîniyên li Xezzê heta di kon û kempên awareyan dike hedef û şehîd dike. 

Egnês Kalamar, sersekretera Efûya Navnetewî jî li ser alûgorên li Zîvala Xezzê û êrişên Îsraîlê ser vî navçeyî bi raberkiirna raporekî ragihand: Jînûsayd pêk tê û hikûmetên ku çekan dişînin Îsraîlê, sozên xwe ji bo girtina pêşiya jînûsaydê di bin konvansiyonê, binpê dikin û li şirîkê cinayetên Îsraîlê ne.

Reşîde Telîb, yekemîn qanûndanera bi eslê xwe filistînî ya Kongireya Amerîkayê jî pêgîrî kir: Tevî rapora nû ya Rêxistina Efûya Navnetewî, hevkarên min li Kongirê êdî nikarin jînûsayda filistîniyan derew bidin zanîn; Nika hewcetiya me bi sepandina boykotên ji hêla çekan ve dijî Îsraîlê heye. Di rastiyê da welatên rojavayî ji destpêka şerrê Xezzê ve helwêstên newekhev didin ber xwe û ji aliyekî ve basa mafên mirovan dikin û ji aliyê din ve çekan dişînin Îsraîlê û berevaniya helwêstên Têlavîvê dikin, ew di rû da nîşan didin ku nikarin apartayd û jînûsayda li Xezzê bidin sekinandin di halekî da ku bixwe şirîkê mezin ê Îsraîlê di vê jînûsaydê da ne.

Serepeyv