Yemen jibo derbasbûna nav qonaxa şeşemîn a operasyona li dijî Rejîma Siyonîst amade bibe
Hêzên çekdar ên Yemenê di halkeî de derbarê êrişa ser çend armancên leşkerî û hestiyar li navçên Yafa û Esqelanê agahî dane ku li gor nûçeyan hevgav Sena xwe amade dike ku di çend rojên bê de bikeve qonaxa şeşemîn a operasiyonên leşkerî li dijî Rejîma Siyonîst.
Bereya Piştgiriyê ya Yemenê di çend sietên derbasbûyî de êrişên xwe ser kûrahiya axa Filistînê gurrtir kirine.
Di vê çarçoveyê de hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa bi xwefiran ser çend armancên leşkerî û sereke yên dijminê siyonîst li deverên Yafa û Esqelanê li başûrê Filistîna dagirbûyî agahî dan û ragihandin ku hemû xwefir li armanc ketine.
Sertîp Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got: Xwefirên artêşa Yemenê êrişî ser çend navçên li Yafa û Esqelanê li başûrê Filistîna dagirbûyî kirin ku ev êriş hemû serketî bûn.
Her wiha mêdyayên Rejîma Siyonîstî jî li xwe mikur hatin ku ev rejîm di çend sietên derbasbûyî de ji bo cara duyê ji aliyê Yemenê ve rastî êrişa hewayî hat. Medyayên Amerîkayê jî êrişa ser baregehên Rejîma Siyonîst piştrast kirin.
Çavkaniyên leşkerî yên agahdar gotine ku êrişên deryayî û esmanî yên hêzên çekdar ên Yemenê ser armancên li erdên dagirbûyî ku qonaxa pêncemîn a zincîra operasyonên piştgiriya ji gelê Filistîn û Lubnanê ye, di van rojên dawî depir zêde bûne û eva nîşan dide ku Sena xwe amade dike ku di rojên pêşber de derbasî qonaxa şeşemîn a operasyonê bibe.
Li gorî gotina çavkaniyên agahdar, çavrêtî heye ku Yemenê di vê qonaxê de çekên nû yên berhemên navxweyî bide nimandin.
Hevgavê pêla nû ya êrişên Yemenê ser Rejîma Siyonîst, Amerîkayê Bomberêjên stiratîjîk ên B52`ê şandine navça operasyona fermandetiya Navendî li deryaya Erebî û Deryaya Sor.