Cotmeh 29, 2024 18:13 Asia/Tehran

Konseya fermandetiya Hizbullaha Libnanê, îro bi weşandina daxuyaniyekî basa sersekreteriya Şêx Neîm Qasim li Hizbullahê kir.

Komên berxwedanê û serok û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên cîhana îslamê, bijartina Şêx Neîm Qasim, wekî sersekreterê Hizbullaha Libnanê û cîgirê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah, pîroz kirin û ew nîşana kubarbûn û bihêzbûna nijyar û şiyana Hizbullahê da zanîn.

Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekî da ragihand bijartina birêz Şêx Neîm Qasim, wekî sersekreterê Hizbullahê di vê qonaxa hestyar da, bihêzbûna Berxwedana Îslamî ya Libnanê nîşan dide û piştrast dike ku Hizbullahê destpêşxerî girtiye destê xwe. Tevgera berxwedana Îslamî ya Filisîtnê(Hemas) jî bi weşandina daxuyaniyekî bijartina Şêx Neîm Qasim wekî sersekreterê Hizbullaha Libnanê pîroz kir û ragihand: Em li ser piştgîriya xwe ji serokatiya nû ya vê partiyê pêgîrî dikin.

Şêx Humam Hemûdî, serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, Seyîd Emar Hekîm, serokê Tevgera Himeta Netewî ya Iraqê û kesayetiyên din ên siyasî û mezhebî li ser dewama rêya berxwedanê û berevaniya ji Filistînê pêgîrî kirin. Li dû bijartina Şêx Neîm Qasim, wekî sersekreterê Hizbullaha Libnanê, Êlî Kohên, wezîrê enerjiya Rejîma Siyonîst wek berteka li hember vê biryara serokatiya Hizbullahê got: Her kesek ku bibe serokê Hizbullahê, hedefa terorê ye.

Rayedarên Rejîma Siyonîst fikir dikirin ku bi hedefgirtina kadroya serokatî û fermandetiya Hizbullahê, vê tevgerê neçar dikin ku teslîm bibe lê bûyerên piştî şehadeta Seyîd Hesen Nesrulah û giranbûna êrişên ser Erdên Dagirkirî nîşan dan ku hêza vê tevgerê girêdaiyê kesayetiyan nîne û Hizbullah hîna jî dikare xwe teyar bike û li hember dagirkirên Siyonîst berevaniya Libnanê bike.

Serepeyv