Zêdetirî 200 kes ji kedkarên dermanî li Xezeyê şehîd bûne
Wezareta Tenduristiyê ya Filsitînê li Zîvala Xezeyê ragihand, Ji destpêka êrîşên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê 202 ked ji kedkarên dermanî şehîd bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filsitînê li Zîvala Xezeyê ragihand: 36 hêzên berevaniya sivîl di encama êrîşên Rejîma Siyonîst şehîd û 200 kes ji kedkarên dermanî jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filsitînê li Zîvala Xezeyê ragihand: 25 nexweşxane û navendên dermanî ji tevahiya 35 navendên dermanîli Xezeyê ji ber bombebaran û nebûna ardûyê hatine girêdan.
3 hezar û 600 sivîl ji wan hezar û 750 zarok hema wisa di bin kavil û xirbeyan da mane. Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya herî nû da Taxa Hey ul Sebreyê li navenda Zîvala Xezeyê da ber bombeyan û di encamê da 50 filsitînî şehîd û bi dehan kes birîndar kirin.
Bombebarana berdewam a Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê ji aliyê siyonîstan va, qutbûna ceryanê, rêgirtin li gihandina ardûyê û derxistina meytên şehîdan tenê beşek ji jenosayd û binpêkirina giran a mafên mirovan di bêdengiya dawakerên wê ye; Trajdiya ku pêştir li nexweşxaneyên din weke El Me'medaniyê jî pêk hat.
Hejmara şehîdên filistînî di encama êrîşên nijadperestane yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê gihîştiye 12 hezar kesî û 29 hezar kes jî birîndar bûne.