Kêmbûna asta zarokanînê li Tirkiyê û zêdebûna nîgeraniyan di vî warî da
Amarên belavbûyî ji pîvanên gelhenasiyê li Tirkiyê nîşan didin ku ev welata derbasî qonaxeke qeyranî û xeternak bûye.
Navenda Amaran a Tirkiyê roja Îniyê di raporekê da qala kêmbûna rêjeya zarokanînê û guherînên giran ên gelheyê kir.
Vê navendê guherînên rêjeya zarokanînê, rêjeya gelheya ciwan anegorî tevahiya gelheyê, temenê yekemîn zewacê, temenê dêûbavan di dema jidayîkbûna yekem zarok da, sezariyen û amara telaqê li Tirkiyê wehşetnak zanî û ragihand, Rêjeya zarokanînê ji sedî 4,56 di sala 1980î da, sala 1990 gihîştiye sedî 3,12 û sala 2022an da bûye sedî 1,62.
Vê navendê tevî amajeya bi vêya ku rêjeya zarokanînê li Tirkiyê ji 6,72 di sala 1950î da gihîştiye sedî 1,62 di sala 2022an da, ev kêmbûn xeternak zanî.
Ji aliyê din va, sala 1980î ji her hezar welatiyên Tirkiyê, 32.2 zarok ji dayîk dibûn, lê ev rêje niha bûye 12.2 zaropk.
Ev hejmar îsbat dikin ku rêjeya zarokanînê li vî welatî di 40 salên dawî da derdora sedî 77 kêm bûye.
Navenda Amaran a Tirkiyê tevî aamajeya bi kêmbûna rêjeya zarokan anegorî tevahiya gelheyê di 33 salên raborî da, ragihand: Sê deheyên berê zarok sedî 41,8 û roja îro sedî 26.5ê tevahiya gelheyê ne.
karzan vê kêmbûnê nîşaneke aşkira ya Pîrbûna Gelheyê dizanin.
Karzanên vê enstîtûyê Sezariyen wek hokareke gefê dijî zêdebûna gelheyê dane zanîn û ragihandin, Di bîst salên dawî da Sezariyen ji sedî 5 rabûye sedî 57.
Navenda Amaran a Tirkiyê destpêka îsal gelheya vî welatî 85 miliyon û 279 hezar kes zanî.
Rêjeya mêran sedî 50,1 û ya jinan sedî 49,9 e.