Rejîma Siyonîst hokara herî girîng a gefl li dijî ewlehiya navçeyê ye
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê tevî amajeya bi vêya ku Rejîma Siyonîst gefa herî mezin dijî ewlehiya navçeyê ye, daxwaza cezakirina vê rejîmê kir.
Sertîp Elî Mehmûd Ebbas, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê di dora Yazdehem a Konferansa Navneteweyî li Moskowê bi gotina vêya ku yek ji pirsgirk û gefên ku Sûriye tûşî wan bûye, dagirkeriya biyaniyan e, got: Hêzên Hevpeymaniya amerîkî-rojavayî gellek navçeyên girîng ên Sûriyê dagir kirine.
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê tevî tekeziya ser vêya ku Sûriye, Iraq. Lîbya û Libnan ev zêdetirî 13 salan e ku ketine ber destdirêjî û terorîzmê, got: Pirsgirêka din a mezin dagirkirina Filsitînê ji aliyê Rejîma Siyonîst û rencê gelê wî ye ku zêdetirî 70 salî didome û Rejîma Siyonîst gefa herî girîng dijî ewlehya Rojavayê Asyayê û aramiya wê û şirîka sereke ya Amerîkayê di destdirêjiya ser welatan bi behaneya parastina ewlehiya wan e.
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê got: Ji piorsgirêkên din ên Sûriyê rikeberiya çekdarî û nebûna hevsengiya wê nemaze di siya pêşketinên teknîkî û kiryarên pêşîlêgirtinê uyên welatan ji bo piştevaniya jki ewlehiya netweyî ya xwe ye.
Sertîp Elî Mhmûd Ebbas Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê her wiha ji civaka cîhanî xwest pêşiya destdirêjiyên Rejîma Siyonîst û cinayetên wê li erdên dagirbûyî yên Filsitînê bigire û vê rejîmê ji ber destdirêjiyên berdewam dijî Sûriyê darizîne.
Dora 11an a Ko0nferansa Ewlehiya Navneteweyî ya Moskowê bi weşandina peyama vîdyoyî ya Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê li Hotêla Patriyotê ya vî welatî dest pê bû.