Tîrmeh 10, 2023 16:12 Asia/Tehran
  • Hişyariya Gotêrêş derbarê şerê navxweyî yê seranserî li Sûdanê

Sekreterê Giştî yê NY derbarê hitmala derketina şerê navxweyî yê seranserî li Sûdanê hişyarî da.

Antonyo Gotrêşê, Sekreterê Giştî yê NY  di daxûyaniyekê ku Ferhan Heq, Alîkarê berdevkê wî belav kir, de , hişyarî da: Dewama  şerê di navbera Hêzên Çekdar li Sûdanê, vî welatî datîne ber şerekî navxweyî yê giştalî  ku renge aramiya  hemî navçeyê bixe xeterê. 

 Sekreterê Giştî yê NY ev gotin piştî bombebarana vê dawiyê ya li bajarê Um Dermanê li derdora rojavayî ya parêzêgeha Xartûmê xistin rojevê ku di encamê de herîkêm 22 kes hatin kuştin û  bi dehan kes jî birîndar bûn. 

 Hevgav civîna çaralî ya IGAD-ê bi  beşdariya serokên  çar welatên efrîqî û boykotkirina civînê ji aliyê nunerên artêşa Sûdanê, di halekî de li paytexta Êtyûpiyê hat lidarxistin û alûgurên Sûdanê têde hatin hilkolandin ku şer li Xartûmê hîna didome. Eva yekim civîn e ku koma çaralî ya IGAD-ê di asta rayedarên  welatan bo hilkolandina qeyrana Sûdanê li dar dixe. 

  Pevçûnên çekdariyê li Sûdanê ji şemî 15 Nîsanê va di navbera artêşê bi fermandetiya Ebdufetah Burhan û Hêzên Berteka Lezgîn  bi fermandetiya Muhemed Hemdan Deqelû nasiyar bi Hemîdetî li ser qawetê destpê bûye û navbeynkariyên  navneteweyî bona kutakirina wê û rûniştina  aliyên têkildar li dora maseya gotûbêjan hetanî niha bêencam, bşûne. 

  Tê gotin, şerên pir giran di navbera her du aliyan heta niha bûne sedem çend sed sûdanî bên kuştin û nêzîkî sê milyon kes jî  aware bibin. 

 Di halekî de Emerîka hewil dide xwe navbeynkarê aşitiyê li Sûdanê nîşan bide lê hevgavê dewam û gurrbûna pevçûnan li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn a vî welatî û gurrbûna karesata însanî, ewqas jî sergirdaniya Amerîkayê li vî welatê efrîqî eşkeretir dibe. 

 Analîzor dibêjin şerê Sûdanê baş alozbûn û sergirdaniya Emerîkayê di warê qeyana li vî welatî nîşan da û her wiha nîşan da ku Waşengtonê siyaseteke  zelal û diyarî tine, ku bikarbin ser wê hesab bikin û eva renge  niqîzek be li kesên ku hîna jî hogirê Emerîkayê ne û derbarê qaweta Emerîkayê di nava xewn û xeyalan de mane. 

 

 

 

Serepeyv