OCHA: 2022, sala herî bixwîn a filistîniyan di 17 salên buhurî de bû
Saziyeke Mirovheziyê ya ser bi NY’yê, sala 2022’an wek sala herî bixwîn bo filistîniyan di 17 salên buhurî de zanî.
Li gorî rapora Sputnik’ê, Nivîsgeha Hewahengkerê Karûbarên Mirovheziyê li Erdên Dagirbûyî (OCHA) Şemiyê şevê di rapora xwe ya herî dawiyê de nivîsî: Di sala 2022’an de 230 filistînî bi derbeya gulleyên siyonîstan hatin şehîdkirin ku ji vê hejmarê 171 kes li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, 53 kes li Zîvala Xezeyê û 6 kesên din jî li erdên dagirûyî bûn.
Di vê raporê de hatiye, di sala 2022’an de, 9 hezar û 335 filistînî di dewama rawestana li hember artêşa Rejîma dagirker an di dema êrişa eskerên siyonîst ser navçeyên filistînî de birîndar bûn.
OCHA’yê nivîsî di sala buhurî de (2022an) 6 hezar û 500 filistînî ji aliyê eskerên siyonîst va hatine desteserkirin ku hema wisa 4 hezar û 700 kes ji wan li zindanên Îsraîlê de ne.
Di vê raporê de hatiye, rayedarên siyonîst di sala 2022’an de derdora 833 avahiyên filistîniyan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî kavil kirine.
Li gor vê raporê, bajaroknişînên siyonîst 700 û 93 êriş dijî filistîniyan cih anîn ku di 580 ji wan zirareke zehf li mal û milkên filistîniyan ket û 211 kes jî birîndar bûn.