Operasyonên dije-siyonîstî li Beyt Lehm û Nablosê hatin gurrtirkirin
Çavkaniyên ibrî gihandragihand, operasyonên dije-siyonîstî li Beyt Lehm û Nablosê hatin gurrtirkirin.
Kanala 12an a televîzyona Rejîma Siyonîst duh Çarşemiyê ragihand: Li bajarê Beyt Lehmê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, operasyona ajotina ser xelkê bi erebeyê cih hatiye. Duh jî çavkaniyên Rejîma Siyonîst ragihand ku 3 eskerên vê rejîmê di encama operasyona hanê de li El-Neqbê li erdên dagirbûyî yên Filistînê birîndar bûne.
Medyayên ibrî her wiha qala gulleavêtina Berxwedana Filistînê ber bi ûtûbûsa siyonîstan ve li nêzîkî bajarokê siyonîstnişîn ê Mafû Dotan li nêzîkî Cênînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê Kir.
Yûsî Yehûşe, Nûçegihanê eskerî yê rojnameya Yedîût Aharanûtê, pêştir gotibû ku dewleta Rejîma Siyonîst a nû yê qet nekaribe operasyonên Berxwedanê yên filistîniyan dijî esker û bajaroknişînên siyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê rawestîne.
Her wiha piştî êrişa eskerên siyonîst ser çiyayê bakurî li Nablosê, Hêzên berxwedana Filistînê meqerên eskerên siyonîst li çarriya Dotanê dan ber êrişan. Ev operasyonên dije-siyonîstî wek bersiva cinayetên Rejîma Apartayd li navçeyên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê di dirêjahiya mehên derbasbûyî pir zêde bûne, bi curekê ku rayedarên siyasî û saziyên eskerî û ewlehî yên vê rejîmê derbarê lawaziya xwe li hember vê operasyonê li xwe mukir hatine û derbarê berfirehbûna wê hişyariyê didin.
Eskerên Rejîma Siyonîst her roj bi mehneyên curbicur, bi êrişa ser xelkê Filistînê yê bindest wan şehîd , birîndar an desteser dikin; filistînî jî di bersiva van cinayetan de, operasyona dijî siyonîstan bi cih tînin.