Kanûn 12, 2022 17:13 Asia/Tehran
  • Rapor -  Ji sala 2015an va zêdetirî 11 hezar zarok li Yemenê şehîd an birîndar bûne

Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand, ji sala 2015an va heta niha zêdetir ji 11 hezar zarok li Yemenê şehîd an birîndar bûne.

Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniyekê ragihand, di vê amarê da tenê bûyerên piştrastkirî ji aliyê NY'yê va hatine berçavgirtin; bûyerên ku piştî tevlîbûna Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker li şerê niha li Yemenê ne û di encamê da îhtimal heye hejmara zarokên kuştî û birîndar gelekî zêdetir ji 11 hezar kesî be.

Catherine Russell rêvebera cihanînê ya UNICEF'ê got: Bi hezaran zarokên yemenî di encama destdirêjiya hevpeymaniya Siûdî da canê xwe ji dest daye û bi sedan hezar zarok jî ji ber nexweşî an birçîtiyê li ber xetera mirinê ne.

Erebistana Siûdî ji heşt sal berê va di çarçoveya hevpeymaniyeke pêkhatî ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi hevrêtiya Amerîkayê û di bin piştevaniya Rejîma Siyonîst da êrîşên berfireh li dijî Yemenê ku welatê erebî yê herî belengaz e, dest pê kirin. Ev şerê wêranker ji bo gelê Yemenê karesat bûye û ev welata tûşî qeyraneke herî giran ji hêla mirovî va aniye.

Li gorî rapora NY'yê, derdora çar sêyê gelheya Yemenê hewcetî bi alîkarîyên mirovdostane û çavdêriyê heye.

Hevdem wezîrê mafên mirov ê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê tevî rexneya ji şandiyê taybet ê NY'yê, got: Hans Grundberg û balyozên welatên destdirêjker li ser Yemenê, rastiyan berçav nagirin.

Elî Dêylemî ku di salvegera 75an a Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Mirov da diaxivî, got: Şaniyê taybet ê NY'yê û welatên destdirêjker naxwazin bipejirînin ku cinayet û binpêkirina mafên mirov û tevkariyek dijî gelê Yemenê heye.

Dêylemî bi hilêxistina çend pirsan, got: Mafên bingehîn ku Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Mirov tekeziyê li ser wan dike, li ku ne? Li ku ne lêkolînên di cinayetên mezin ku NY'yê ew bi fermî nas kiriye?

Elî Dêylemî got: Mafên mirov ji bo me hemiyan e; lê NY'yê şêwazeke ducûre heye û bi nijadperestiyê rûbirûyî mirovan dibe û em wek yemenî nikarin vê rewşê qebûl bikin.

 

Serepeyv