Daxuyaniya hevpar a Moskova û Enqerê li Soçiyê
Serokomarên Tirkiye û Rûsyayê Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Pûtîn piştî hevdîtina li Soçîyê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser hevgirtin û hevahengiyê ji bo têkoşîna li dijî hemû komên terorîst li Sûriyê.
Serokên Rûsiya û Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya hevpar de, bal kişandin ser girîngiya parastina yekitiya siyasî û yekîtiya axa Sûriyê û li ser şêwirên berfireh, çalakiyên demdirêj di warên veguhestinê, bazirganî, çandinî, pîşesazî, geştiyar û avadaniyê de ji bo zêdekirina qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de, di çarçêva armancên ji berê diyarkirî û cîbicîkirina hêviyên her du welatan di warên aborî û enerjiyê de li hev kirin.
Di warê hevkariyên dualî de Tirkiye û Rûsyayê li hev kirin ku salane 100 milyar dolar bazirganiyê bikin. Ji bo bidestveanîna vê armancê, pêwîst e di warê aborî û bazirganî, hatûçûn û transît de hêsankariyan bikin ku ji bo vê yekê her du aliyan rêkeftinên giring di van waran de pêk anîne.
Parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û têkoşîna li dijî hemû tevgerên ku wan bi navê terorîst didin nasandin ji armancên din ên hevkariyên herêmî yên Tirkiye û Rûsyayê ne. Bê şik cîbicîkirina van peymanan dikare dawî li gelek pirsgirêkên li herêmê bîne. Lê divê diyar bibe ku grûpên terorîst kîjan in, ne ku her dijberekî Enqerê wek terorîst were nasandin. Pirsa bingehîn ew e ku gelo hikûmeta Tirkiyê dikare dev ji daxwazên xwe yên li Sûriyê berde û dest ji piştgiriya hin tevgerên terorîst bikişe? Bersiva van pirsan dikare nêrînên realîst ên serokên Tirkiye û Rûsyayê yên li bara Sûriyê nîşan bide. Pêştir jî serkirdeyên Tirkiye û Rûsyayê li ser mijarên Sûriyê bi taybetî parastina yekparçeyiya axa wî welatî li hev kiribûn. Lê heta niha ev peyman nehatine bicihanîn. Ji ber ku Tirkiye naxwaze leşkerên xwe ji axa welatên cîran bi taybetî ji Sûriyê vekişîne.
Ji bo hinartina gazê ji bo Tirkiyê û bazirganiya gazê ya her du welatan jî gavên girîng hatin avêtin û di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksander Novak dibêje: "Hinatina gazê ya ji bo Tirkiyê salane heta 26 milyar metrekup hatiye berçavgirtin û her du aliyan li hev kirin ku beşek ji pereyê vê veguhestina gazê bi Rubleyê (diravê neteweyî yê Rûsyayê) bê dayîn.
Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê li ser çalakiya santrala nuklearê ya Akkuyuyê li başûrê Tirkiyê jî got: "Di navbera her du rêberan de ser vê mijarê danûstandin çêbû û proje dê di sala 2023 de bikeve meriyetê."
Bê guman ev rêkeftin ji bo Serokomarê Tirkiyê yek ji girîngtirîn beşên rêkeftinên her du aliyan e. Erdogan piştî ku ji Soçiyê vegeriya, ji rojnamevanan re behsa planên xwe yên pêşerojê yên serdana santrala nuklearî ya welatê xwe "Akkuyu" ku bi beşdariya Rûsyayê tê çêkirin, kir û got. Armanca Enqerê ya destpêkirina yekem reaktora vê santralê di sala 2023`an de hîn li cihê xwe de ye û ji aliyê Rûsî re gotiye ku Akkuyu ji bo stratejiya enerjiyê ya Tirkiyê girîngiyek taybet heye û dê bi xwe çavdêriya karên wê bike.
Di kurteya giştî ya serdana vê dawiyê ya şanda pilebilind a Tirkiyê bo Rûsyayê bi serokatiya Erdogan de, divê were gotin: Ji bilî rêkeftinên pir giring ên dualî û navçeyî, beşeke girîng a sefera Erdogan bo Soçiyê propaganda ye da ku baweriya windkirî ya gelê Tirkiyê û hinek ji welatên herêmê bi dest bêxe. Di sala 2023’an de ku wê hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê bên kirin, hikûmeta Erdogan wê li Tirkiyê gelek projeyên girîng ên aborî û ragihandinê desnîşan bike. Eşkere ye ku armanca van reftarên hikûmeta Erdogan bidestxistina bawerî û dengên gelê Tirkiyê û îsbatkirina şiyana hikûmeta xwe ye. Eva di demekê de ye ku gelê Tirkiyê û serkirdeyên partî û komên siyasî yên opozisyonê heta niha jî dagîrkirina welatên cîranên Tirkiyê bi taybet Sûriye û Iraqê weke yek ji giringtirîn xemên nifşên xwe yên paşerojê dihesibînin.