Hezîran 25, 2022 22:06 Asia/Tehran
  • Nêrîna pisporan ser qahêmkirina hevkariya ewlehiyê ya Tirkiyê bi rejîma Îsraîlê re

Tevî vê yekê ku Rejîma Siyonîst tekez kiriye ku ew amade nîne ji bo berfirekirina peywendiyan bi taybet di warê hinartina gazê ji bo Yekîtiya Ewropayê avantaj û îmtiyazê bide Tirkiyê, lê dewleta "Recep Teyib Erdogan" li hewlên xwe yên yekalî bo berfirekirina peywendiyan bi vê rejima nijadperest re berdewam e..

Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Rejîma Îsraîlê Yair Lapid ragihand: Enqerê ji bo jordabirina asta nûnertiya dîplomatîk heta asta balyozxanê liv û tevgerên zêde bide despêkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha tekez kir: Tirkiye rê nade êrîşên terorîstî ji xaka wê li dijî Îsraîlê pêk werin û amade ye hevkariya ewlekarî û îstixbaratê bi Îsraîlê re kûr bike.

Gotinên Çavuşoglu di demekê de ne ku wî pêştir jî daxwaza berfirehkirina hevkariyên navbera hikûmeta Enqerê û Tel Avîvê di warên enerjî, bazirganî, sermayeguzarî, zanist û teknolojiyê, çandinî û ewlehiya xwarinê kiribû.

Hewldanên Tirkiyê ji bo berferehkirina peywendiyên ligel Îsraîlê di demekê de ye ku berpirsên hikûmeta Receb Teyib Erdogan bi caran îdiaya parastina gelê Filistînê kiriye. Lê bi girtina ofîsên Tevgera Îslamî ya Filistînê (Hemas)  û derxistina nûnerên hikûmet û gelê Filistînê ji Tirkiyê, eşkere bû ku siyaseta hikûmeta Enqerê li gorî berjewendiyên partiya desthilatdar diguhere.  Di heman demê de diyar e ku mijara piştgirîkirina gelê Filistînê tenê "lîstika rayedarên Tirk e ku di Teşkîlata Hevkariya Îslamê û di asta netewên Misilman de cih û şûnekê ji xwe re ava bike." Lê tevgerên vê dawiyê yên berpirsên AKPê ya desthilatdar li Tirkiyê ev yek îspat kir ku siyasetmedarên desthilatdar ên li Enqerê tenê lê digerin berjewendiyên hizbî bi dest bêxin û ji aliyê din ve di nav çînên olî yên Tirkiyê de cih û mewqiyekê ji xwe re çê bikin. Ji ber van polîtîkayên demkî û li gor berjiwendiyên hizbî yên siyasetmedarên misilman, bi taybetî jî siyasetmedarên tirk, Rejîma Siyonîst cisareta berdewamkirina kuştina filistîniyên bêparastin û mezlûm bi dest xistiye. Ser vê yekê  Ehed Muhammedli karzanê siyasî ya azerî rexne li bêdengiya hin hikûmetên misilman ên li hemberî cinayetên siyonîst ên li Qudsê bi taybetî bêdengiya hukûmetên Tirkiye û Komara Azerbaycanê digire û dibêje: "Di salên dawî de bêdengiya dewletên ku îdiaya misilmantiyê dikin, sûcên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê zêdetir kir."

Ev rastî nayê paşguhkirin ku rayedarên Enqerê di rewşekê de ku ji bo çareserkirina qeyranên aborî yên li dû hev ên navxweyî bi ser neketin, neçar man bi Rejîma Siyonîst re hevkarî bikin. Di rastî de yek ji armancên berpirsên Enqerê ji berfirekirina peywendiyên digel Îsraîlê, çareserkirina pirsgirêkên aborî û bidawîanîna qeyranên diravî û darayî û pirsgirêkên din e ku bandoreke mezin li ser jiyana xelkê vî welatî kiriye. Lê belê helwestên dawî yên rayedarên Rejîma Îsraîlî nîşan didin ku ev rejîma nijadperest ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê yên aborî niyeta tawîzan dayînê bo vê welatî tinen. Mînakek ji van polîtîkayên Rejîma Siyonîst em dikarin balê bikişînin ser tetbîqata hevpar a vê dawiyê ya Rejîma Îsraîl bi hikûmeta Qibrisê re ye. Bi rastî jî lidarxistina tetbîqata hevpar a rejîma nijadperest a Îsraîl bi beşa Yewnanî ya girava Qibrisê (Qibrisa Başûr) bû sedema zêdebûna fukarên rayedarên Tirk. Di meha Gulanê de lidarxistina vê tetbîqata hevpar a 5 rojî ji bo rayedarên hikûmeta Enqerêbûyereke ne xweş bû, bi awayê ku di berteka yekem ya rayedarên tirk de berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanjo Bîlgîç bi awayekî aştiyane û nerm got: Careke din em bang li kesên ku di van kiryarên hikûmeta Başûrê Qibrisê de cih digirin, dikin ku nebin amûrê van kiryarên provokatîf û propagandayî.

Têkiliyên Tirkiyê û Rejîma Îsraîlê di van du deh salên borî de gelek hilketin û daketin hebûne. Sedema sereke ya van hilketin û daketinan bi giranî ji xwepesinî û xwemezinkirinên rayedarên hikûmeta Erdogan dihatin der, çûnku Erdogan hewl dida bi van kiryar û siyasetan hikûmeta xwe li ber çavên navçê û cîhanê serbixwe û bi hêzê nîşan bide .

Piştî êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser keştiya alîkariyê ya “Mavî Marmara” ya Tirkiyê di deh salên borî de, rayedarên hikûmeta Erdogan hewlên mezin dan ku vê mijarê bigihînin raya giştî ya navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Di demekê de, rayedarên Enqerê hewil dan ku mijara tazmînatên Israîlê di medyayê de bi awayekî nehênî wek şikestina Israîlê di vê mijarê de binirxînin. Lê belê ne tenê rejîma siyonîst ti berdêlek neda û ev êriş qerebû nekir, belkî vê Rejîmê mijara berevaniya ji ewlehiya xwe wek behane nîşan da û kuştina 9 welatiyên Tirkiyê di berjewendiya xwe de bi dawî anî. Di vê navberê de rayedarên hikûmeta Erdogan îdia dikirin ku têkiliyên tirkiyê bi Rejîma Îsraîlê bi tevahî qut bûne. Tevî vê îdiayê, medyaya Enqere û Tel Avîvê niha behsa hevkariyên berfireh ên ewlehî û îstixbaratê yên dualî yên di deh salên borî de dikin. Di rastiyê de mirov dikare bibêje ku têkiliyên dualî ne tenê di deh salên dawî de qut nebûbûn, belkê hewl dabûn ku nehêlin medya di vê berê de dengê xwe blind nek.

Serepeyv