Nîsan 15, 2022 13:26 Asia/Tehran
  •  Rapor - Bîlançoya 4 mehan êrişên Tirkiyê li ser Til Temir û Zirganê li bakurê Sûriyê

Di nav 4 mehan de bi sedan carî xeta Til Temir û Zirganê hat topbarankirin, saziyên sivîl û malên welatiyan ketine ber êrîşa Tirkiyê. Di encama êrişan de bi dehan kes hatine kuştin an birîndar bûne. Her wiha zirarên madî jî li herêmê pêk hatine.

Hawar Newsê di vî warî da raporek belav kiriye û tê de hûrgiliyên van êrîşan ragihandiye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Ji destpêka sala 2022an ve heya niha êrişên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li ser xeta Til Temir û navçeya Zirganê nerawestîne. Her wiha êrişên bi balafirên bêmirov jî li ser xeta Til Temir û Zirganê jî pêk hatin.

Bîlançoya 4 mehan a êrişên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê;

1’ê Çileyê: Navçeya Zirgan, gundê Esediyê, El Xideyir yên Zirganê hatin topbarankirin. Avahiya meclisa navçeya Zirganê hat topbarankirin. Avahî û erebeyên nêzî meclisê zirarên madî dîtin. Gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê hat topbarankirin.

3’yê Çileyê: Gundewarên rojavayê navçeya Til Temir hatin topbarankirin. Gundên Tewîla, Til Tewîl, Um El Kef, Til Cuma, Til Şinan, Dirdara yên Til Temirê hatin topbarankirin.

5’ê Çileyê: Gundê Dirdara û Um El Kêf yên Til Temirê hatin topbaran kirin. Gundê Erebxan yê navçeya Zirganê hat topbarankirin. Til Şinan, Til Kêfçî, Xêbîş yên Til Temirê hatin topbarankirin. Di encamê de xeta kehrebeyê ya 66’an zirar dît.

7’ê Çileyê: Gundên Rêbîat, Til Werid ên navçeya Zirganê hatin topbarankirin. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Gundên Goliyê, Til Ebûd, Xidrawî û tevî navçeya Zirganê, Dade Ebdal, Matmûra, Xirbet Şexîr hatin topbarankirin.

10’ê Çileyê: Gundên Gozeliyê yê Til Temirê hat topbarankirin.

12’ê Çileyê: Gundên Eboş, Um El Xêr yên Til Temirê hat topbarankirin.

14’ê Çileyê: Gundên Eboş, Dirdara yên Til Temirê hatin topbaran kirin. Gundê Rêbiat, Til El Werd yên navçeya Zirganê hatin topbaran kirin.

26’ê Çileyê: Gundê Til El Leben yê Til Temirê hat topbarankirin.

2’yê Sibatê: Gundên Til Cuma, Umil Kef, Tewîla, Gozeliyê, Til Şinan yên . Til Temirê hat topbarankirin.

7’ê Sibatê: Rêya giştî ya di navbera Zirgan û Dirbêsiyê, gundê Dada Ebdal, Bobî, Esediyê, Til Ziyab yên Zirganê hatin topbarankirin.

9’ê Sibatê: Til Ziyab yê navçeya Zirganê hat topbarankirin.

17’ê Sibatê: Derdora baregeha hêzên Rûsyayê bi balafirên keşfê hat bombebarankirin. Di encamê de 2 şervan birîdar bûn.

27’ê Sibatê: Gundên Til Şinan, Umel Xêr, Dişîşa yên Til Temirê hatin topbarankirin. Di encamê de jinek birîndar bû.

 

18’ê Adarê: Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê bi obusan rasterast stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê kirin hedef. Di encamê de kabilên kehrebeyê hatin qutkirin û stasyona yekemîn a 66 ji xizmetê derket.

3’ê Nîsanê: Navenda navçeya Zirganê û gundên wê Dadebdal, Hac Bobî, Wesfe, Um Hermela yê rojava, Niwêhat, Esediyê, Til Hermel, Rebîat, Til Werd û Projeya Sedam El-Ubeyd bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de hemwelatiyek birîndar bû. Her wiha di encama topbaranên dewleta Tirkiyê li ser navçeya Zirgan û gundewarên wê de zirarên madî yên mezin bi milkên welatiyan de çêbûn û tora enternetê li ser navçeyê qut bû.

Di heman rojê de gundên navçeya Til Temir yên seranserî ser xetê hatin topbaran kirin. Her wiha stasyona kehrebê ya Til Temirê jî hat topbarankirin. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

4’ê Nîsanê: Balafireke bêmirov a dewleta Tirkiyê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Zirganê bombebaran kir. Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîdar bûn. Her wiha navenda Zirganê û gundê Esediyê jî hatin topbarankirin.

6’ê Nîsanê: gundê Esediyê yê Zirganê hat topbarankirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku leşkerên dewleta Tirkiyê li gundên Til Temir û Zirganê yên hatine dagirkirin amadekariyên êrişeke berfireh dikin. Li ser xeta dagirkirî gelek sewqîyatên leşkerî pêk tînin.


 

Serepeyv