Nîsan 02, 2022 19:49 Asia/Tehran
  •  Rapor - Bandora derketina brend û kompaniyên biyanî ji bazara Rûsyayê

Di demekê de ku bi berdewamî daxwaz ji Rûsyayê tê kirin ku şerê li Ukraynê bi dawî bike, di warê aborî de jî gelek ceza li Rûsyayê hatine sepandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Dorpêçên aborî ên li ser Rûsyayê, di hemû aliyê jiyanê de derdikevin pêşiya hemwelatiyên Rûsî û xweşgûzariya wan têk didin. Ew nikarin êdî kelûpelên nava malê, cilûbergên brandên cîhanî û teknolojiya Ewropî û Amerîkî peyda bikin. Rêzexwaringehên navdar ên cîhanî jî deriyê xwe girtine û çûne.

Brendên cil û berg ên navdar: H&M, Zara, Levi’s, Mango û bi dehan brendên berhemên luks… Brendên berhemên werzişî yên mîna Reebok û Puma, Adidas û Reserved û yên din… Ew tenê lîsteyeke biçûk ya  kompanyayên biyanî ne ku karê xwe li Rûsyayê bi dawî anîne, an jî rawestandine.

Ta niha ji %80 welatiyên Rûsyayê yên bi dahatên navîn, berhemên malê û keresteyên temîratê bi giştî ji brendên mîna OBI ya Almanî û IKEA ya Swêdî dabîn dikirin. Diyar e ew derfet êdî nema.

Endezyar Aleksey Kotov dibêje “Me her tiştên xwe yên malê li IKEA dikriya. Mobilya, fraq, nivîn, her tişt. Niha em nizanin li şûna IKEA biçin ku derê… ”

Pizîşk Anna got “Em gelek şaşwaz mane. Em nizanin çi rû dide. Bê guman, valahiyeke cidî li bazarê çê bûye. Hêvî dikin ku ev valahî zû bê dagirtin… ”

Bi têketina artêşa Rûsyayê di erdê Ukraynê re, proseya derketina kompanyayên Amerîkî û Ewropî ji bazarên Rûsyayê, bi awayekî gireseyî berdewam e.

Tenê tora xwaringehan McDonald’s ta niha 850, KFC jî nêzî 70 restoranên xwe  li seranserî Rûsyayê girtine.

Xwendekara zanîngehê Mariya diyar kir “Rast e, ez nikarim bêjim ku bêyî van xwaringehan ez ê nikarim bijîm… Bêyî Burger King jî ez ê bijîm bê guman. Lê ji bo min ne xweş e û ne rehet e. Ez ê neçar bim ku zêdetir demê xwe serf bikim ji bo lêgerîna xweringehê din. Em ê kêmtir bixwin, xwe lewaz bikin…”

Xwendekarê zanîngehê ragihand “Bê guman, di warê teknolojiya elektronîkî de em ê zehmetiyê bikşînin. Şûna teknoljiya Amerîkî zehemet e bê dagirtin. Ez telefona Iphone bi kar tînim. Niha divê Rûsya brendê xwe saz bike. Ji bo me jî dê sûdmentir be.”

Hejmara kompanyayên biyanî yên di warên otomobîl, teknîk, IT û elektronîk, înternet û reklam û veguhastin û lijîstîkê de ku ji bazarêpn Rûsyayê derdikevin, roj bi roj zêdetir dibe. Zerbeya herî giran jî, bê guman, di serî de li mezêxerên rûsî dikeve.

Kes vê gavê tu pêşbîniyan nake, ka kompanyayên bîyanî dê kengî vegerin Rûsyayê. Her kes hêviya xwe, tenê bi bidawîbûna şerê li Ukraynê ve girêdaye.

Serepeyv