Mijdar 24, 2021 18:34 Asia/Tehran
  • Şirove - Xwenîşandana gel li dijî xebata dewleta Erdoxan

Bi dewama qeyrana aborî li Tirkiyê û daketina kêmdîtî ya bihayê pereyê neteweyî yê vî welatî, gelê Tirkiyê li bajarên Stenbol û Enqerê careke din, dijî siyasetên Receb Teyib Erdoxan derket nav kolanan.

Bêguman beşa mezin a qeyrana niha li aboriya Tirkiyê ji ber siyasetên bi gengeşe yên serokomarê Tirkiyê li hundir û siyasetên navçeyî û cîhanî yên dewleta Erdoxan in. Aniha dolareke Amerîkayê bi zêde ji 13 lîreyên Tirkiyê beranberî dike û vê yekê rewş ji bo zêdebûna zamê û jordaçûna kelûpelên hewce ji bo gel xweş kiriye.

 

Di vî warî da, gelê Tirkiyê li hemberî xerabtirbûna rewşa aborî û daketina bihayê pereyê neteweyî yê Tirkiyê li hemberî dolara Amerîkayê derket nav kolanan. Gelê Tirkiyê li bajarên Stenbol û Enqerê bi derketina nav kolanan, li dijî Receb Teyib Erdoxan û AKPê dirûşme bilind kir û daxwaza wêdaçûna Erdoxan ji desthilatê kir.

 

Gel di vê xwenîşandanê da dirûşmeya "Hikûmeta AKP, Istîfa istîfa" bilind kir û daxwaza wêdaçûna Erdoxan ji desthilatê kir.

 

Hevdem partiyên siyasî yên dijber ji wan CHPê jî bi gotina ku AKPê Tirkiye tûşî îflasê aniye, daxwaza lidarxistina hilbijartina berwext li vî welatî kir.

Ev yekemîn xwenîşandana dijî dewleta AKPê nîne. Pêştir jî gelê Tirkiyê li dijî siyasetên dewleta Erdoxan derketibû nav kolanan.

Roja îna borî bi hezaran kes li Izmîrê li dijî jordaçûna bihayê kelûpelan, zam û daketina bihayê pereyê neteweyî yê Tirkiyê derketibûn nav kolanan.

 

Partiyên siyasî yên dijberê dewleta Tirkiyê ji wan CHP'ê jî bi ragihandina vêya ku partiya serdest a vî welatî Tirkiyê tûşî îflasê aniye, daxwaza lidarxistina hilbijartina berwext li vî welatî kir.

 

Bihayê lîreya Tirkiyê di hefteya borî da, daketina xwe ya herî zêde di 20 salên borî derbas kiriye.

 

Banka navendî ya Tirkiyê ji tebaxa 2021ê va, asta behreya bankî bi qasî 400 yekîneyan kêm kir û gihande 15%. Ev tê vê wateyê ku asta behreya rasteqîn li Tirkiyê nerênî ye. Siyaseta ku bihayê Lîreyê dadixe xwarê û gel han dide ku pereyên biyanî û zêrê bikirin.

Bi giştî divê were gotin: Qeyrana Tirkiyê bi cihanîna siyasetên demkurt nayê çareserkirin û ev tiştekî dûr e ku rayedarên dewleta Erdoxan bikarin heta sala 2023an ku sala hilbijartina serokomartiyê li Tirkiyê ye, pirsgirêkan çareser bikin.

 

Aniha her dolareke Amerîkayê bi 13.36 lîreya Tirkiyê tê kirrîn.

 

 

Serepeyv