-
Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê: Destdirêjîya ji ti cîyekî va yê neyê tamulkirin
Îlon 01, 2026 15:08Serokerkantîya Hêzên Çekdar u Biryargeha Xatem ul Enbîya yên Îranê serokên Amerîkaya cinayetker hişyar kirin: We bi caran vîna xurt a hêzên çekdar u gelê cesûr u berxwedêr ê me ceribandîye, careka din vî karî nekin.
-
Têhran: Em bi awayekî tam derbara liv u tevgerên dijmin da hişyar u baldar in
Îlon 01, 2026 18:10Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Têhran bi hişyarbûn u baldarbûneke tam liv u tevgerên dijmin dişopîne û yê ti destdirêjîyekê bêbersiv nehêle.
-
Wajokirin u pesedkirina çend belgeyên hevkarîyê di civîna Serokên Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê da
Îlon 01, 2026 18:06Di civîna Serokên welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê da li Qirqîzistanê, çend biryar u belge bi amadebûna rayedarên beşdar ji wan Serokê Komara Islamî ya Îranê hatin hilkolandin, wajokirin u pesendkirin.
-
Nerazîbûna Îranê himberî Konseya Emnî bi dû destdirêjîya Amerîkayê ser Grava Larekê
Îlon 01, 2026 17:02Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê NY, di nameyekê da bo Sersekreterê Konseya Emnî û Serokê Konseya Emnî ya vê rêxistinê, bi tundî êrişa Amerîkayê ser Grava larekê li Kendava Farsê şermezar kir.
-
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê li bara êrişa Amerîkayê ser Larekê û bersiva Têhranê
Îlon 01, 2026 08:35Artêşa terorîst a Amerîkayê şeva Yekşemiyê careka din bi binpêkirina hakimiyeta netewî û yekperçetiya axa Komara Îslamiya Îranê, êrişî hin pişkên girava Larekê kir ku di encamê de çend berevanên egîd û hevwelatiyên me yên ezîz şehîd û birîndar bûn û hin xisar jî li heyîtiyên gelanî û sivîl hetin.
-
Li rex Civînên Şanghayê; Pêgîriya Pizişkiyan li ser pêwîstiya xurtkirina rêyên dîplomatîk û geş û kûrkirina hevkariyan
Tebax 31, 2026 17:52Serokê Komara Îslamiya Îranê li hevdîtinên xwe yên bi hevtûşên xwe re ku li rex Civînên Şanghayê li Qirqîzistanê pêk hatin, ji bilî pêwîstzanîna xurtkirina rêyên dîplomatîk û xwedûrgirtina ji şerr û şidetê, li ser geş û kûrkirina hevkariyên Têhranê bi welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê re pêgîrî kir.
-
Wek bersiva li hember êrişa artêşa Amerîkayê; Îranê bi mûşek û xwefiran êrişî binkeyên Amerîkayê li Ordin û Imaratê kir
Tebax 31, 2026 16:52Çavkaniyên Ereb ragihandin ku di encama êrişa mûşekî ya Îranê de dengê teqînên giran li başûr û rojhilatê Ordinê hatine bihîstin. Artêşa komara Îslamiya Îranê jî cihê xwedîkirina hêlîkopter û hêzên amerîkî li binkeya Minhadê ya Imaratê da ber xwefiran.
-
Iraqçî: Netaniyahu Amerîkayê ji bo şerrê bi Îranê re xapand
Tebax 31, 2026 12:52Wezîrê Karên Derve yê Îranê di paeyamekî de nivîsî: Netaniyahu dema bi zimanê ibrî diaxive, bi şanazî dibêje ku hikûmeta Ameîrkayê xapandiye û bi wekaleta ji Îsraîlê xistiye nav şerrê bi Îranê re
-
Rêberê Şoreşê Islamê: Dijmin bi dû perçekirina ummeta Islamê ye
Tebax 30, 2026 17:59Hezretê Ayetullah Xamineyî di peyameke bi boneya Hefteya Yekitîyê da pêgirî kir: Dijmin hewil dide pirrcûrîya nijadî, çandî, civakî, aborî, sîyasî u erdnigarîyê bike hectet ji bo birêxistina nakokîyê di navbera misilmanên Îranê u her welatekî din ê misilman da.
-
Edmîral Îranî: Hêza Deryayî ya Îranê bi awayekî xurt ji gel berevanîyê dike
Tebax 30, 2026 17:36Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Hêza Deryayî geş u li ser xwe ye, erka xwe bi awayekî xurt pêk tîne û ji bo berevanîya ji Îrana xweşdivî u dabînkirin u parastina ewlehîya gelê mezin ê Îranê, dê ya ji desta were, bike.