-
Berteka Wezîrê Derve yê Îranê li ser Îdiayên Trump; Bi belge Biaxivin
Sibat 21, 2026 12:42Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de li himber îdiayên Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump, tekez kir ku heke kesek gumanê li rastbûna daneyên me bike, bila bi belgeyena bixaive.
-
Iraqçî bi hevtûşên xwe yên ûris u misrî ra derbara muzakireyên navokî da gotubêj kir
Sibat 20, 2026 14:35Wezîrê Karên Derve yê Îranê di telefonê digel hevtûşên xwe yên ûris u misrî têkildarî dawîn alugurên muzakireyên navokî yên nerasterat ên bi amerîkayê re gotubêj kir.
-
Îrewanî: Îran dê destpêkerê ti şerekî nebe, lê himber destdirîjêyê bersiveke teqil dide
Sibat 20, 2026 14:09Emîr- Se`îd Îrewanî Wekîlê Dayimî yê Îranê yê NY di nameyekê de bo Sekreterê Giştî yê NY u Serokê Konseya Emnî, axavtina vê dawîyê ya Trump ku gotîye diqewime binkeya Dîyêgo Garsîya jibo êişa ser Îranê bi kar bîne, binpêkirina giran a menşûra NY zanê û xwest ku Konseya Emnî jibo ku Serokomarê Amerîkayê bersivê bide, bikeve dewrê.
-
Îslamî: Ti welatek nikare Îranê ji mafê zengînkirina navokî bêpar bike
Sibat 19, 2026 13:33Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê got: Çi karê ku em di pêvajoya navokî de bixwazin bikin, em hewcedarî ardûya navokî ne û ev ardû ji bo me pir girîng e û ti welatek nikare Îranê ji mafê zengînkirina navokî bêpar bike.
-
Şermezarkirina dagirkirna erdên filistînî li Perava Rojava ji aliyê Îranê ve
Sibat 19, 2026 11:33Hevgavê giranbûna êrişên Rejîma Siyonîst ser Perrava Rojava Çemê Urdinê û biryara kabîneya vê rejîmê ji bo dagîrkirina pişkeke din a axa filistîniyan li Perrava Rojava, rêxistin û welatên curbicur ên cîhanê ev pilan û pîlana nû ya Rejîma Siyonîst bi tundî şermezar kirin.
-
Pêgîriya Esedî ser pêşxistina têkiliyên dîrokî û stratejîk ên Hewlêr û Tehranê
Sibat 19, 2026 10:33Serkonsolosê Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê, têkiliyên Tehran û Hewlêrê dîrokî, stratejîk û pêşketî diyar kir û tekezî li ser pêşxistina van têkiliyan kir.
-
Dengvedana axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî li medyayên cîhanê
Sibat 18, 2026 12:30Axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya di hevdîtina tev çîn u qatên niştecîyên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat da bi awayekî berfire li medyayên welatên curbicur ên cîhanê deng veda.
-
Li Îranê u çend welatên din, sibê roja yekem a Remezanê ye
Sibat 18, 2026 10:30Li Îranê dê sibê yekem roja mehba bimbarek a Remezanê be.
-
Rêberê bilindqedir ê Şoreşê: Ji keştiyên cengê xeternaktir çekek e ku wan nuqumî binê avê dike
Sibat 17, 2026 17:24Rêberê bilindqedir ê Şoreşa Îslamî îro bal kişand ser helwest û gefên vê dawiyê yên Amerîkayê û tekez kir ku rayedarên Amerîkayê tevî ku îdia dikin ew xwediyê artêşa herî bihêz a cîhanê ne, bi xwe jî dizanin ku ew nikarin van gefan cih bînin û heke her cure şaştiyê bikin renge şepîlaxekek wisa qahîm bixwen ku nekaribin ji cihê xwe rabin.
-
Gerra duyem a gotûbêjên navokî di navbera Îran û Amerîkayê de jibo rakirina boykotan
Sibat 17, 2026 15:51Gerra duyem a muzakirên navokî û rakirina boykotan ên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Bedr Bû Seîdîd Wezîrê Derve yê Umanê li Jinêvê hat lidarxistin.