-
Şermezarkirina kiryara Inglîzê ya tometbarkirina Hêzên Berevanê Îrana Îslamî
Tîrmeh 14, 2026 13:40Wezareta Karên Derve kiryara bi dijminatî ya hikûmeta Inglîzê ya tometbarkirina Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî wekî gefekê li dijî qanûna ewlehiya neteweyî ya vî welatî şermezar dike û wê wekî karekî neqanûnî, neberpirsiyarane û li dijî prensîp û rêzikên bingehîn ên mafên navneteweyî ji wan xala wekheviya serweriya hikûmetan û xala destwerdan-nekirina di karûbarê navxweyî yên welatan dizane.
-
Daxûyaniya parlemanterên meclisê li ser pêwîstiya şopandina tolhildan û ragihandina bidawîhatina lêktêgihîştinama Îslamabadê
Tîrmeh 14, 2026 16:22Nêzî 180 parlemanterên meclisê bi daxûyaniyekê tekezî li ser pêwîstiya tolhildanê, bidawîhatina lêktêgihîştinama bi Amerîkayê re, pêkanîna komîsyona taybet a nirxandina muzakiran, pejirandina qanûna rêveberiya tengerêya Hormizê û piştgiriya giştalî ji hêzên çekdar kirin.
-
Bersiva xurt û qahîm a Sipah û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li himberî destdirêjiyên Amerîkayê
Tîrmeh 14, 2026 16:20Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxûyaniyekê de ragihand: Bi dû şerûtî û destdirêjiyên berdewam ên Amrîkayê li dijî welatê me du sûpêr niftkêşên sûckar ku ji aliyê Amerîkayê ve hatin xapandin bi vemirandina sîstemên gemîvaniya xwe û xemsariya li himberî hişyariyên berdewam ên navenda kontrolê ya ewlehiya tengerêya Hormizê, gemîvaniya di vê rêyê de xistin xeterê û tercîh kirin ku ji riya mînkirî derbas bibin û ketin ber êrişan û ji kar ketin.
-
55 masîgirên îranî yên girtî li Îmaratê serbest hatin berdanê
Tîrmeh 14, 2026 15:02Balyozxana Îranê li Ebûzebiyê di daxûyaniyekê de ragihand: 55 masîgirên îranî ku li Îmaratê hatibûn girtinê wanê vedigerin welêt, 14 kes ji wan masîgiran ji riya deryayê vegeryane Îranê û yên mayî jî biryar e ji riya esmanî ve vegerin welêt.
-
Berdevkê Biryargeha Xatem: Em ê qet îzna destwerdana di rêveberiya tengerêya Hormizê nedin Amerîkayê
Tîrmeh 13, 2026 13:51Berdevkê Biryargeha Xatem ul-Enbiya(s) ragihand: Li gorî hişyariyên berê em ê qet îzna destwerdana di rêveberiya tengerêya Hormizê nedin Amerîkayê.
-
Îran û Oman derbarê rêvebirina hatûçûn û geştên deryayî li Tengerêya Hormizê şêwirîn
Tîrmeh 12, 2026 17:56Gotûbêjên Wezîrên Karên Derve yên Îran û Omanê, bi armanca hevahengiya di navbera her du welatên perravî yên Tengerêya Hormizê da, derbarê rêzikên rêvebirina hatinûçûn û geştên deryayî li vê tengerêyê, roja Şemîyê li Mesqetê hat lidarxistin.
-
Berdevkê Artêşê: “Amerîkayî divê pabendî xalên lêktêgihîştinnameyê bin”
Tîrmeh 12, 2026 17:51Berdevkê Artêşê, bi gotina wê yekê ku destwerdanên Amerîkayê ji bo pêkanîna rêyeke neqanûnî li Tengerêya Hormizê bûye sedema bêewlehiyê, tekez kir: “Hêzên çekdar bi awayekî bihêz, li Tengerêya Hormizê, mafên gelê Îranê diparêzin. Amerîka jî çêtir e ku hevpeymanên xwe nexe ber bêewlehîtiyê.”
-
Peyama Rêberê Mezin ê Şoreşê di medyayên cîhanê da bi awayekî berfireh deng veda
Tîrmeh 12, 2026 17:48Peyama Hezretê Ayetullah Seyîd Micteba Hisêniyê Xamineyî, Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî, derheq beşdariya berfireh a gel di merasima birêkirina Rêberê Şehîd ê Şoreşê da û tekeziya li ser domandina berxwedan û tolhildana xwîna şehîdan, dengvedaneke berfireh li medyayên navdar ên Amerîkayê hebû.
-
Qalîbaf: Oxirkirina dîrokî ya rêberê mucahid ê şehîd li Iraqê daxûyaniya tolhildana vî mucahidê bêwesiyan bû
Tîrmeh 09, 2026 17:30Serokê Meclisa Îranê got: Oxirkirina dîrokî ya rêberê mucahid ê şehîd li Iraqê daxûyaniya tolhildana vî mucahidê şehîd bû.
-
Serdar Keremî: Komên terorîst beriya ku her cure liv û tevgerekê pêk bînin, hatin serkutkirin
Tîrmeh 09, 2026 17:03Fermandê Hêza Bejahî ya Sipahê, bal kişand ser vê yekê ku dijmin, komên terorîst- cudayîxwaz jibo êrişa ser Îranê bi tevahî amade kiribûn û got: Sipah û artêş bi hev re bi destpêşxerî meqerên vê komê têk birin.