Serdar Muhibî: Îdiaya êrişa ser sîstemên sarkirinê, senaryoyeke bêkêr e
Tesrîn 15, 2026 18:01 Asia/Tehran
Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî: Îdiaya pêkenî ya êrişa ser sîstemên sarkirinê, senaryoya bêkêr a siyonîstan e
Serdar Muhibî li tora civakî nivîsî: Îdiaya pêkenî ya êrişa ser sîstemên sarkirinê, senaryoya bêkêrbûyî ya siyonîstan bo pêkanîna tirsa ji Îranê û wergirtina hevpeymanan li Ewropayê ye. Serdar Hisên Muhibî di vê peyamê da nivîsîye: Bila haya Parîsê ji xefika alaya derewîn a Rejîma Siyonîst hebe. Berovajî Amerîka û Rejîma Siyonîst, sivîl di banka armancên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî da cî nagirin.