Keştîyeke nifthilgir a binpêkerê rêzikan li Tengava Hurmizê tûşî agirberbûnê bû
Tesrîn 07, 2026 18:11 Asia/Tehran
Îro serê sibê, keştîyeke nifthilgir ku rêzikên deryayî binpê kiribû, piştî ku li rojhilatê Tengava Hormuzê li mineke deryayî ket, agir pê ket.
Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ragihand ku keştîya ku li rojhilatê Tengava Hormuzê ji herêmeke qedexekirî û ne-ewle va derbas dibû, bêyî guhdana ser hişyarkirinê u temirandina GPSê, li mîneke deryayî ket u tûşî agirberbûnê bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê tekez kir ku ev çarenûsa wan keştiyên binpêkerê rêzikan e ku li herêmên qedexekirî guh nadin hişyarkirinan.