Pizişkiyan serkevtina Dasîlvayê di hilbijartinên Birêzîlê pîroz kir
Serokomar di peyama xwe de hêvîdariya xwe diyar kir: Di dewra nû ya serokomartiya Lola Dasîlva da peywendiyên dostane yên di navbera Îran û Birêzîlê de zêde ji berê berfireh bibin.
Birêz Mesûd Pizişkiyan, di peyamekî de ji bilî pîrozkirina serkevtina birêz Lola Dasîlva di hilbijartinên serokomartiya Birêzîlê destnîşan kir: ez hêvîdar im di dewra nû ya serokomartiyê de peywendiyên dostane yên Komara Îslamiya Îranê û Komara Fêdêratîv a Birêzîlê zêde ji berê berfireh bibin.
Serokomar ji bo birêz Dasîlva di vê berpirsyariya giran de hêviya serkevtinê û ji bo netewê mezin ê Birêzîlê daxwaza serfirazî û rojên xweş kir û hêvîdariya xwe diyar kir: Hevkariyên du welatan di warên ku her du alî lê hez dikin, di çarçoveya berjewendiyên dualî yên her du netewan û xurtkirina çendalîkarî, geşepêdan û aştiya navnetewî zêde bibin.
Îro û piştî serkevtina Dasîlva, rojnameya Faynaşnal Taymzê ragihand: Serkevtina Lola Dasîlva di hilbijartinên serokomartiya Birêzîlê de derbeyek li hewldanên Donald Trump bona xurtkirina bandora Amerîkayê li Amerîkaya Latîn e.