Wezîrê Karên Hundur ê Îranê: Me gotûbêjeke avaker bi Emîrê Qeterê ra hebû
Wezîrê Karên Hundur ê Îranê piştî hevdîtina bi Emîrê Qeterê ra got: Me gotûbêjeke baş û avaker bi Emîrê Qeterê ra derbarê mijarên eleqedar di navbera her du welatan da hebû.
Li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya Wezareta Karên Hundur, Îskender Mominî piştî hevdîtina bi Emîrê Qeterê ra got: Di vê hevdîtinê da, me peyam û mijarên ku birêz Pizişkîyan li ser hilêxistina wan tekez kiribû, raber kirin ku tûşî pêşwazî û nêrîna baş a Emîrê Qeterê hat.
Wî herwiha tekez kir: Emîrê Qeterê jî hin mijar hilêxistin ku biryar hat dayîn piştî vegerê ez wan ji Serokomar ra ragihînim. Herwiha derbarê alûgurên navçeyê da jî hin nêrîn û pêşniyaz hatin hilêxistin ku ez ê wan jî li Tehranê ji Serokomar ra ragihînim.
Wî her wiha amaje bi hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Hundur ê Qeterê ra kir û got: Me civînek têrtijî, dirêj û avaker bi Wezîrê Karên Hundur ê Qeterê ra hebû û di vê hevdîtinê da biryar hat dayîn ku komxebateke hevpar di navbera nûnerên her du wezaretan da were avakirin da ku biryarên ku hatine dayîn bişopîne.