Pizişkîyan: Guhertina nijyarên hikimdarîyê yên cîhanî, pêwîstîyek ji bo pêkhatina çendalîkarîyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360264-pizişkîyan_guhertina_nijyarên_hikimdarîyê_yên_cîhanî_pêwîstîyek_ji_bo_pêkhatina_çendalîkarîyê_ye
Serokomarê Îranê xwest ku çaksazî u guhertineke rastî di nijyar u pergalên navdewletî da pêk were u çendalîkarî jî were xurtkirin.
(last modified 2026-09-13T11:09:30+00:00 )
Îlon 13, 2026 14:38 Asia/Tehran
  • Pizişkîyan: Guhertina nijyarên hikimdarîyê yên cîhanî, pêwîstîyek ji bo pêkhatina çendalîkarîyê ye

Serokomarê Îranê xwest ku çaksazî u guhertineke rastî di nijyar u pergalên navdewletî da pêk were u çendalîkarî jî were xurtkirin.

Serokomarê Îranê di civîneke sergirtî ya Serokên Brics`ê da li Dehlîya Nû got: Cîhan roja îro ji alîyekî va bi zêdebûna hewcedarbûna welatan ji bo sekinîna himberî qeyranên hevpar ra u ji alîyekî va jî bi vegera yekalîkarî u sûdwergirtina narewa ji pergalên darayî u teknolojîyê rqa rûbirû ye. 

Pizişkîyan pêgirî kir: Heke Menşûra NY nekare li himberî bikaranîna narewa ya zorê pişta welatan bigire u qanûnên navdewletî ji bo hin welatan ferz u ji bo hinekan neferz bin, meriv nikare basa çendalîkarîya rastî bike.

Serokomarê Îranê amajeyî şerê vê dawîyê yên dijî Îranê u alugurên Xezze u Libnanê jî kir u got: Nekarabûna qanûn u rêbazên navdewletî di warê piştgirîya ji sivîlan u serwerîya welatan da, hitbara pergala hikimdarîyê ya cîhanî pêrgî pirsgirêkê kirîye. 

Pizişkîyan got ku ji bo peydakirina rêyekê bo vê rewşê nabe ku tenê daxûyanî bên dayîn belku  çaksazî u guhertineke rastî di nijyar u pergalên navdewletî da pêwîst e. Serokomarê Îranê herwiha pêgirî ser bicihanîna bêyî cihêrengî ya mafên navdewletî, guhertina nijyara Konseya Emnî û dezgehên darayî yên navdewletî û zêdekirina rola welatên başûracîhanê kir. Wî pêşxistina ticareta bi diravên netewî, damezirandina pergalên danuistandina darayî yên serbixwe u xurtkirina Banka Pêşxistina Nû ya Brics`ê ji rêyên xurtkirina hevkarîya aborî ya endamên vê komê zanî û xwest ku di piratîkê da pêşîya boykotên yekalî were girtin. 

Pizişkîyan herwiha meseleya Filistînê ceribandinek ji bo hitbara hikimdarîya cîhanî zanî u got: Brics divê ji bo bidawîhanîna dagirkerîyê u garantîkirina mafên gelê Filistînê roleke çalaktir bilîze. Wî di dawîyê da xurtkirina hevahengîya sîyasî, hevkarîyên aborî u darayî yên serbixwe u berfirekirina hevkarîya di warên zanist, teknolojî, enerjî u ewlehîya xwarekê da ji ewlewîyetên Îranê di Koma Brics`ê da zanî.