Wezareta Karên Derve êrişa Amerîkayê ser gemiyên Îranê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360218-wezareta_karên_derve_êrişa_amerîkayê_ser_gemiyên_Îranê_şermezar_kir
Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamiya Îranê, êrişa destdirêjkerane ya artêşa terorîst a Amerîkayê ser çend nifthilgirên îranî di şeva Sêşemiyê debi tundî şermezar kir.
(last modified 2026-09-09T14:20:26+00:00 )
Îlon 09, 2026 17:49 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve êrişa Amerîkayê ser gemiyên Îranê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamiya Îranê, êrişa destdirêjkerane ya artêşa terorîst a Amerîkayê ser çend nifthilgirên îranî di şeva Sêşemiyê debi tundî şermezar kir.

 

Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamiya Îranê di daxuyaniyekî de ragihand: Êrişa Amerîkayê ser gemiyên bazirganiyê yên Îranê li Kendava Farsê û Deryaya Umanê, wekî dewama destdirêjiya leşkerî ay Amerîkayê, dorpêça deryayî û şerrê aborî yê rejîma Amerîkayê dijî Îranê, binpêkirina aşkera ya menşûra NY û mafên navnetewî ye.

Destdirêjiya Amerîkayê ser gemiyên bazirganiyê yên Îranê, ne tenê girankirina xeternak a kêşeyê li navçê ye, belke gefeke aşkera ya dijî aştî û ewlehiya navçeyî û navnetewî tê hesêb.

Wezareta Karên Derve ya Îranê, herwiha careka din berpirsyariya Konseya ewlehiyê û sersekreterê NY ji bo kareke demlidest li hember binpêkirinên aşkera yên aştî û ewlehiya navnetewî ji ber destdirêjiyên Amerîkayê dijî Îranê bi bîr dixe.