Parêzgarê Kurdistanê daxwaza tezmînatê ji qurbaniyên teqîna tankera sotemeniyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360168-parêzgarê_kurdistanê_daxwaza_tezmînatê_ji_qurbaniyên_teqîna_tankera_sotemeniyê_kir
Parêzgarê Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel komek qurbaniyên teqîna tankereke bênzînê li polîsê hatûçûnê ya Hemedan-Senendecê, ji bilî sersaxî ji bo birîndaran û malbatên miriyan, fermana cebirandina xisarên qurbaniyên bûyerê da.
(last modified 2026-09-07T14:57:03+00:00 )
Îlon 07, 2026 13:18 Asia/Tehran
  • Parêzgarê Kurdistanê daxwaza tezmînatê ji qurbaniyên teqîna tankera sotemeniyê kir

Parêzgarê Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel komek qurbaniyên teqîna tankereke bênzînê li polîsê hatûçûnê ya Hemedan-Senendecê, ji bilî sersaxî ji bo birîndaran û malbatên miriyan, fermana cebirandina xisarên qurbaniyên bûyerê da.

Lehonî di civînekê de ligel komek qurbaniyên qezayê, ku bi mêhweriyeta tezmînata qurbaniyên ku sîgortaya wan tune hat lidarixsitn, got: Şîrketên sîgorteyê divê bi lez û bez û bi şiyana herî zêde xizmetê bidin qurbaniyên vê qezayê û ji bo dayîna zirarên ku hatine nixumandin tedbîran bigirin. Wî bal kişand ser fermana Serokomar û tekeziya ji bo şopandina demlidest a rewşa qurbaniyan û got: Piştgiriya ji malbatên derbelêketî û kêmkirina êşên wan yek ji karên sereke yên parêzgehê ye û divê hemî dezgehên rêveberiyê di vî warî de bi awayekî ciddî bixebitin.

Parêzgarê Kurdistanê her wiha ferman da ku tedbîrên pêwîst ji bo tezmînkirina ziyanên kesên ku  sîgorteyê wan tine werin girtin û tekez kir: Ziyana van kesan jî dê bi rêyên yasayî û bi piştgiriya parêzgehê were tezmînkirin. Di encama teqîna tankera sotemeniyê ku êvara Şemiyê, 5`ê Îlonê, li derbasgeha bajarê Sinê piştî qezayek trafîkê qewimî de, 11 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn.