Qalîbaf: Îran û Berxwedan di rêyeke gewherî ya dijî istikbarê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360076-qalîbaf_Îran_û_berxwedan_di_rêyeke_gewherî_ya_dijî_istikbarê_ne
Serokê Meclisa Îranê diyar kir ku Îran û Bereya Berxwedanê li dijî istikbar û xudperestiyê li ser rêyeke bingehîn û gewherî da ne û got: Heta hikûmetên ku ji Amerîkayê hez dikin jî qebûl dikin ku ev welata sedema bê ewlehiyê li herêmê ye.
(last modified 2026-09-02T15:23:22+00:00 )
Îlon 02, 2026 18:37 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Îran û Berxwedan di rêyeke gewherî ya dijî istikbarê ne

Serokê Meclisa Îranê diyar kir ku Îran û Bereya Berxwedanê li dijî istikbar û xudperestiyê li ser rêyeke bingehîn û gewherî da ne û got: Heta hikûmetên ku ji Amerîkayê hez dikin jî qebûl dikin ku ev welata sedema bê ewlehiyê li herêmê ye.

Mihemedbaqir Qalibaf di hevdîtinekê de ligel Basim Neîm, serokê Peywendiyên Îslamî ya Hemasê got: Esîlbûna bereya Berxwedanê di têkoşîna li dijî zilmê de ye û em danûstandinan înkar nakin, lê danûstandin amûrek ji bo şer e û heke rojekê em dev ji şerê li dijî Amerîka û Rejîma Siyonîst bi awayên wê yên cûrbecûr berdin, ew roj dê roja têkçûnê be. Qalibaf tekez kir ku rawestandina çalakiyên mûşekî, navokî û berxwedan yek ji daxwazên sereke yên aliyê din di danûstandinan de bû, di heman demê de hemî meydanên bereya Berxwedanê yekgirtî ne.

Wî herwiha got ku divê Amerîka sozên xwe bicîh bîne da ku Îran bikaribe di vekirina Tengava Hurmuzê de gav bavêje. Berpirsê Hemasê Basim Neîm jî diyar kir ku kiryarên Îranê, hem di asta leşkerî û hem jî di asta siyasî de, ji bo herêmê çavkaniya serbilindiyê ne û got: Gelek welat ji performansa we ya li dijî Amerîkayê matmayî man, lê me dizanî ku ger kêliya rûbirûbûna bi Îranê re were, dijmin dê ji kiryarên we matmayî bimîne. Rûbirûbûna Filistîniyan bi Rejîma Siyonîst re berdewam dike û dê berdewam bike heta ku şûn û bandorên vê rejîmê ji axa Filistînê werin rakirin.