Edmîral Îranî: Hêza Deryayî ya Îranê bi awayekî xurt ji gel berevanîyê dike
Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Hêza Deryayî geş u li ser xwe ye, erka xwe bi awayekî xurt pêk tîne û ji bo berevanîya ji Îrana xweşdivî u dabînkirin u parastina ewlehîya gelê mezin ê Îranê, dê ya ji desta were, bike.
Edmîral Şehramî Îranî Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî ser domandina rêya şehîdan u geşbûn u berxwedana personelên vê hêzê di pêkanîna erkên xwe da kir u got: Heke dijmin xeyal dike, bi şehîdkirina hejmareke ewladên gelê Îranê u personelên Hêza Deryayî, ev hêza yê raweste, şaş difikire, ji ber ku Hêza Deryayî yê bi saya xwîna şehîdan, rêya xwe bi awayekî xurt û qahîmtir ji berê bidomîne.
Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser berpirsyarîya hevçeperan u kesên rêya şehîdan didomînin û got: Roja îro erka me eva ye; rêya ku şehîdan bi fidakarî u candayînê dan ber xwe, bi awayekî xurt bidomînin u rê nedin alaya ku wan bi xwîna xwe bilind kir, li erdê bimîne.
Edmîral Îranî herwiha pêgirî kir: Dijmin di warê naskirina morala gelê Îranê u hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê da tûşî şaşbûna hesabê bûye.