Rêya pereyî ya BRICS`ê; Rêkara nû ji bo ewlehiya danûstandinên bazirganiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359580-rêya_pereyî_ya_brics_ê_rêkara_nû_ji_bo_ewlehiya_danûstandinên_bazirganiyê
Serokê Banka Navendî ya Îranê, di roja duyemîn a Civînên Darayî yên BRICS`ê li Hindustanê de, tekezî li ser pêwîstiya afirandina kanalek darayî ya taybet a BRICS`ê û girêdana torên diravdana neteweyî yên welatên endam kir.
(last modified 2026-08-13T13:27:10+00:00 )
Tebax 13, 2026 16:49 Asia/Tehran
  • Rêya pereyî ya BRICS`ê; Rêkara nû ji bo ewlehiya danûstandinên bazirganiyê

Serokê Banka Navendî ya Îranê, di roja duyemîn a Civînên Darayî yên BRICS`ê li Hindustanê de, tekezî li ser pêwîstiya afirandina kanalek darayî ya taybet a BRICS`ê û girêdana torên diravdana neteweyî yên welatên endam kir.

Ebdulnasir Himetî got: Pêşxistina hevkariya darayî ya BRICS`ê divê ji nîqaşên giştî wêdetir biçe û bibe sedema afirandina binesaziyên operasyonel, ewle û mayinde ji bo diravdan û bicîhkirinên dervesînorî yên hesaban. Ebdulnasir Himetî got: Girêdana torên diravdanê û berfirehkirina karanîna diravên neteweyî, ji bilî kêmkirina girêdayîbûna bi kanalên darayî yên li derveyî BRICS`ê, dê bibe alîkar ku lez zêde bibe, xerc kêm bibin û ewlehiya danûstandinên bazirganî yên endaman baştir bibin. Wî herwiha got: Îranê berî nika dest bi lêkolîna aliyên teknîkî, qanûnî û rêveberî yên girêdana pergalên diravdanê yên endamên BRICS`ê kiriye û amade ye ku di pêşxistina nexşerêyek operasyonel de ji bo vê planê hevkariyê bike.