Berteka Îranê li hember gotinên pûç ên rejîma dagirker derbarê Sûriyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359574-berteka_Îranê_li_hember_gotinên_pûç_ên_rejîma_dagirker_derbarê_sûriyê_de
Wezareta Karên Derve ya Îranê, gotinên pûç ên serokwezîrê Siyonîst li bara viya ku bilindahiyên Colanê yên Sûriyê hertim ên vê rejîmê ne û redkirina welatê serbixwe yê Filistînê, şermezar kir.
(last modified 2026-08-13T14:45:31+00:00 )
Tebax 13, 2026 16:02 Asia/Tehran
  • Berteka Îranê li hember gotinên pûç ên rejîma dagirker derbarê Sûriyê de

Wezareta Karên Derve ya Îranê, gotinên pûç ên serokwezîrê Siyonîst li bara viya ku bilindahiyên Colanê yên Sûriyê hertim ên vê rejîmê ne û redkirina welatê serbixwe yê Filistînê, şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de derbarê berdewamiya şerûtiyên berfiretîxweziyê yên Rejîma Siyonîst de ragihand: Bilindahiyên Colanê beşek ji axa Sûriyê ne û armancên kolonyalîst ên rejîmeke dagirker û desteserker nikarin rastiyên wê yên yasayî û dîrokî biguherînin.

Îranê herwiha pêngava dawî ya hikûmeta Kolombiyayê ya ji bo naskirina serweriya Rejîma Siyonîst li ser bilindahiyên Colanê yên dagirkirî bi tevahî red û şermezar kir û ev yek wekî binpêkirina eşkere ya prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî bi nav kir. Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyê de herwiha diyar kir: Di bingeh de, serokê çete û mafyaya sûcdar ê ku li ser Erdên Dagirkirî yên Filistînê hikumet dike, ne di wê cîgehê de ye ku li ser avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê nihêrîna xwe raber bike, ji ber ku axa Filistînê ya gelê Filistînê ye û xeyalên nijadperest ên rejîma qirker a Siyonîst nikarin vê rastiyê biguherînin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha tekezî li ser pabendbûna yasayî, exlaqî û mirovî ya hemû hikûmetan, bi taybetî welatên îslamî, ji bo alîkariya gelê Filistînê bona bidestxistina mafê xwerêvebirinê û rizgarbûna ji xerabiyên dagirkerî, apartayd û kolonyalîzma Rejîma siyonîst kir. Di daxuyaniyê de herwiha bal hat kişandin ser berpirsiyariya Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo rawestandina dagirkerî û êrîşkariya berdewam a Rejîma siyonîst ser Filistîna Dagirkirî, Libnan, Sûriye û welatên din ên herêmê. Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir: Meseleya Filistînê meseleya herî girîng a mirovî û exlaqî ya cîhana hevçerx e, ku di sala 1948`an de bi avakirina hebûneke sexte li axa dîrokî ya Filistînê destpê kir û pêşveçûna wê ya wek penceşêrê bûye sedema bê ewlehîtiyê li tevahiya herêm û cîhanê.