Serdar Şikarçî: “Tolhildana me, derxistina Amerîkayê ji navçeyê ye”
Berdevkê Payebilind ê Hêzên Çekdar got: “Di raya giştî ya Îranê da, divê mijara tolhildanê di ast operasyoneke taktîkî û gelekî astnizim neyê kêmkirin. Belkî stratejîya me, derxistina amerîkayiyan ji navçeya Rojavayê Asyayê ye.”
Serdar Ebûlfezl Şikarçî got: “Bi derketina Amerîkayê ji navçeyê, Rejîma Siyonîst jî dê rastî çarenivîsa xwe ya dawî were.” Wî tevî amajeya bi serneketina Amerîkayê di pêkanîna armancên xwe yên li dijî Îranê da, ji wan hewildana ji bo serdestbûna li ser Tengerêya Hormizê û giravên stratejîk ên Kendava Farsê, tekez kir ku dijmin di bidestxistina armancên xwe da tûşî şikestê bûye. Şikarçî herwiha got: “Hêzên çekdar, ji dawiya şerrê 12-rojî va îhtîmala destpêkirina pevçûnên tundtir pêşbînî kiribûn û hîn jî bi amadetiya tam, alûguran dişopînin.” Wî herwiha ser rola hevgirtin, rêveberî û bicihanîna deqîq a tevdîrên fermandetîyê di rûbirûbûna gefan da, tekez kir.