Fermandeyê Giştî yê Artêşê: “Em ê lingên qirêj ên amerîkayîyan bişkênin”
Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, tevî tekeziya ser amadetiya tam a hêzên çekdar, got: “Komara Îslamî ya Îranê, li hember her destdirêjiyekê, dê bersiveke vebirr bide û Amerîka divê derheq hêz û rûmeta gelê Îranê mikur were.”
Emîr Serleşker Hatemî got, armanca dijmin ji destdirêjiyên vê dawiyê, lawazkirin û perçekirina Îranê ye û tekez kir ku gelê Îranê, weke serdema Berevaniya Pîroz, bi berxwedanê ev komplo pûç kirine. Serleşker Hatemî tevî amajeya bi serkeftinên operasyonî yên hêzên çekdar sipasiya bicihanîna memûriyetên bibandor ên Hêza Asimanî, Bejayî, Deryayî û Bergiriya Asimanî ya Artêşê û herwiha Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî kir û got: “Dijmin di hesabên xwe yên derheq gelê Îranê da, ketiye şaşîyeke stratejîk.” Fermandeyê Giştî yê Artêşê herwiha tevî amajeya bi şerrê têkel û medyayî yê dijmin, li ser parastina amadetiya bo şêrr û hişyariya li hember gefan tekez kir û ragihand: “Hêzên çekdar heta kêliyekê jî dê ji xurtkirina şiyana xwe ya berevanîyê xafil nemînin û her cûre destdirêjiyek, dê rastî bersiva poşmanker a Komara Îslamî ya Îranê were.”