Êrişa ser tesîseke bêxwêkirinê ya Caskê, binpêkirina qanûnên navnetewî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359042-Êrişa_ser_tesîseke_bêxwêkirinê_ya_caskê_binpêkirina_qanûnên_navnetewî_ye
Wezîrê av û enerjiyê yê Îranê wek berteka li hember êrişa terorîstî ya Amerîkayê ser tesîseke bêxwêkirinê ya Bonciyê li rojava bajarê Caskê ku ji ber wê 2 gund bêav man, ev kara cinayeta cengê û binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî û konvansiyonên mirovdostane da zanîn.
(last modified 2026-07-18T13:34:24+00:00 )
Tîrmeh 18, 2026 16:59 Asia/Tehran
  • Êrişa ser tesîseke bêxwêkirinê ya Caskê, binpêkirina qanûnên navnetewî ye

Wezîrê av û enerjiyê yê Îranê wek berteka li hember êrişa terorîstî ya Amerîkayê ser tesîseke bêxwêkirinê ya Bonciyê li rojava bajarê Caskê ku ji ber wê 2 gund bêav man, ev kara cinayeta cengê û binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî û konvansiyonên mirovdostane da zanîn.

Ebas Elîabadî, Wezîrê av û enerjiyê yê Îranê, wek berteka li hember êrişa terorîstî ya Amerîkayê ser avşêrînkir a Bonciyê got: Armancgirtina tesîseke bêxwêkirinê ku ava vexwarinê ji bi hezaran mirovên bêguneh re dabîn dike, mînakek eşkere ya cinayeta cengê û cinayeta dijî mirovantiyê ye. Ev kiryar ne tenê dijî prensîbên mirovî û qanûna navneteweyî ye, belke di heman demê de binpêkirinek eşkere ya konvansiyonên Jênêwê û Protokolên pêvekî wê ne. Ev kiryar her wiha bi tevahî li dijî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û prensîbên bingehîn ên hiqûqên mirovdostane ne û em vê cinayetê bi tundî şermezar dikin û bang li saziyên navneteweyî dikin ku bersivê bidin vê kiryara terorîstî. Elîabadî her wiha behsa tedbîrên demlidest ên hatine girtin kir û got: Hêzên cihanînê yên Şirketa Av û Jêravê ya parêzgeha Hormozganê bi hemû hêza xwe hewl didin bi awayekî awarte avê bidin niştecihan û tesîsên zirardîtî ji nû ve ava bikin, lê ev cinayeta dê ti carî ji bîra dîrokê neyên jêbirin û em ê van tedbîran di civatên navneteweyî de bişopînin heya ku em encaman bi dest bixin.