Êrişa Amerîkayê ser Nexweşxaneya Zarokên Tûşbûyî bi Şêrpenceyê ya Ehwazê hat şermezarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359000-Êrişa_amerîkayê_ser_nexweşxaneya_zarokên_tûşbûyî_bi_Şêrpenceyê_ya_ehwazê_hat_şermezarkirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, êrişa li nêzikî navenda dermankirina şêrpenceyê ya zarokan li Ehwazê ku bû sedema valakirina vê nexweşxaneyê, bi tundî şermezar kir.
(last modified 2026-07-16T14:55:05+00:00 )
Tîrmeh 16, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • Êrişa Amerîkayê ser Nexweşxaneya Zarokên Tûşbûyî bi Şêrpenceyê ya Ehwazê hat şermezarkirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, êrişa li nêzikî navenda dermankirina şêrpenceyê ya zarokan li Ehwazê ku bû sedema valakirina vê nexweşxaneyê, bi tundî şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî li ser torên civakî, bi weşandina wêneyên Nexweşxaneya Şehîd Beqayî ya Ehwazê, wek navenda dermankirina şêrpenceyê ya zarokan li Ehwazê ku şeva borî piştî êrişa Amerîkayê hat valakirin, tekez kir: Ev êrişa hovane, ku tawanên Rejîma Siyonîst li dijî navendên dermankirinê tîne bîra mirov, azar û dilnigeraniyeke giran bi ser zarokên razandî li wir sepand û bû sedem ku 211 nexweşên ku di bin dermankirina kîmyaterapîyê da bûn, bi awayekî lezgîn bên valakirin. Ev kiryar, tawakeke tirsinokane û mînakeke tawana cengê ye li dijî mirovên herî bêguneh; zarokên ku bi wêrekî ji bo rizgarkirina jiyana xwe tê dikoşin. Ew kesên ku hertim qala mafên mirovan dikin, lê bi mebest û enqest armancgirtina nexweşxane û navendên dermankirinê li ber çav nagirin, her cûre navbang û rewabûna xwe ya exlaqî ji dest dane.