Daxûyaniya hevbeş a Qeter û Pakisanê li bara muzakirên li Swîsrayê
Her du welatên Qeter û Pakistanê wekî navbeynkarên muzakirên Îran û Amerîkayê li Swîsrayê di daxûyaniyeke hevbeş de tevî amajeya bi behs û nîqaş û rêkeftinên pêkhatî yên di vê gerra muzakiran de derbarê pêşkeftinên jibo avakirina mekanîzma muzakirên teknîkî agahî dan.
Naveroka vê daxûyaniyê bi vî awayî ye:
Yekim dewra gotûbêjên di asta bilind yên di çarçoveya lêktêgihîştinnama Îslamabadê bi amadebûna nûnerên Komara Îslamî ya Îranê, Amerîka û her du aliyên navbeynkar, yanê hikûmetên Qeter û Pakistanê di atmosfereke erênî û avaker de hat lidarxistin û li Borgên Iştok a Swîsrayê bi dawî hat. Di roja yekem a civînê de pêşketinên baş hasil bûne ku ji wan dikarin amaje bi pêkanîna mekanîzmekê jibo dewama gotûbêjên teknîkî bikin.
Li gorî vê lêktêgihîştinamê, her du alî avakirina komîteyeke bilind pesend kirin ku dê ev komîte berpirsiyariya çavdêriya siyasî li ser pêvajoya navbeynkariyê bide istûyê xwe. Muzakirekerên payebilind, dê berdewam rapora bidin komîteya bilind û dê rêveberiya komxebatên têkildarî mijarên navokî, boykotkirin û her wiha komxebatên çavdêrî û çaresekirina nakokiyan jibo misogerkirina pêkanîna bibandor a lêktêgihîştinamê û her wiha lêkolîna li ser mijarên din bikin.
Komîta bilind li ser nexşerêya bidestxistina rêkeftina dawiyê ya di heyamê 60 rojan de li hev kiriye karê ku zemînê jibo destpêkirina demlidest a gotûbêjên teknîkî yên zêdetir xweş dike ji bilî viya, jibo dewra hanê li xala 5`an a lêktêgihîştinamê, xeteke peywndiyê di navbera aliyan de hatiye çêkirin ku rê li ber bûyeran û têgihêştinên şaş were girtin û derbasbûna bi ewleh a keştiyên bazirganî ji tengerêya Hormizê were misogerkirin.
Her wiha hemî alî avakirina yekîneyekê jibo kontrola kêşeyê di navbera xwe û Libnanê de bi amadebûna navbeykkaran pesend kirin da ku pabendbûna li ser rawestandina operasyona leşkerî li Libnanê li gor naveroka lêktêgihîştinamê were misogerkirin.
Gotûbêjên teknîkî li bara hemî mijaran dê heta dawiya heftiyê li Borgên Iştokê berdewam bike. Aliyên navbeynkar dê gelekî hewil bidin da ku piştrast bibin muzakire her tim di rewşeke avaker de bi pêşde diçin da ku armanca bidestxistina rêkeftina dawiyê pêk were.
Hikûmetên Qeter û Pakistanê jî, ji dil sipasiya Amerîka û Komara îslamî ya Îranê ji ber pabendbûna wan a berdewam li ser dîplomasiyê û çareseriya bi aşitî ya kêşeyê dikin.Aliyên navbeynkar jî ji ber piştgiriya berdewam û beşdarbûna wan a bi nirx di pêvajoya muzakiran de, destxweşiyê ji aliyê şirîk û hevpeymanan dikin.