Sibat 20, 2026 18:05 Asia/Tehran
  • Iraqçî bi hevtûşên xwe yên ûris u misrî ra derbara muzakireyên navokî da gotubêj kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di telefonê digel hevtûşên xwe yên ûris u misrî têkildarî dawîn alugurên muzakireyên navokî yên nerasterat ên bi amerîkayê re gotubêj kir.

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêt di gotûbêja telefnî ya digel Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Dereve yê Îranê da, ragihand ku Moskow piştgirîyê die muzakieyên nerasterast ên Îran u Amerîkayê yên bi merema peydakirina rêçareyeke sîyasî u dîplomatîk a dadmendane ku di wê da rêz li mafên rewa yên Îranê bê girtin u anegorî Peymana Qedexeya Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) be.

Seyîd Ebbas Iraqçî herwiha di gotûbêja bi rêya telefonê ya digel Bedir Ebdul Atî Wezîrê Karên Derve yê Misrê da basa dawîn alugurên navçeyî u navdewletî u alugurên muzakireyên nerasterast ên navokî di navbera Îran u Amerîakyê da kir u Wezîrê Karên Derve yê Misrê jî piştgirî da domandina demajoya dîplomatîk bi merema pêşdebirina muzakireyên navokî.

 

Serepeyv