Pêgîriya Esedî ser pêşxistina têkiliyên dîrokî û stratejîk ên Hewlêr û Tehranê
Serkonsolosê Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê, têkiliyên Tehran û Hewlêrê dîrokî, stratejîk û pêşketî diyar kir û tekezî li ser pêşxistina van têkiliyan kir.
Feramerz Esedî, Serkonsolosê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê, bi pesindana rola erênî ya Herêma Kurdistana Iraqê di hevkêşiyên herêmî de, tekez kir ku ji ber gelek sedeman, di nav de hevbeşiyên çandî di navbera gelên Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de, sînorê hevbeş, cîrantiya baş a di gelek salan de, têkiliyên piralî yên Tehran û Hewlêrê yên wekî bazirganî û çandî, xwedî kûrahiya dîrokî ne.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamiya Îranê yekemîn welat bû ku deriyên xwe yên aborî, siyasî û çandî li ser gelê Herêma Kurdistanê vekir, û destnîşan kir ku rêya pêşxistina têkiliyên bazirganî yên Îranê bi Herêma Kurdistanê re rêgezekî sabît û ber bi pêşdeçûnê ve ye, û her du alî ji bo hêsankirina bazirganiyê û bidestxistina berjewendiyên hevbeş bibiryar in.