Dengvedana axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî li medyayên cîhanê
Axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya di hevdîtina tev çîn u qatên niştecîyên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat da bi awayekî berfire li medyayên welatên curbicur ên cîhanê deng veda.
Axavtina rêberê bilindqedir ê Şoreşa Islamî ya duh wek bersiva himber gefên Serokomarê Amerîkayê, bi awayekî lezgîn di serê nûçeyên medyayên welatên ereb da cî girt u bi awayekî berfire deng veda.
Axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî bi awayekî berfire bala medyayên Libnan, Qeter, Iraq, Erebistan, Filistîn u Yemenê kişand; Medyayên ereb bi giranî bala xwe dan ser şîyana Îranê ya pêşîlêgirtinê û rexnekirina ji ber destnîşankirina encama muzakireyan ji pêş va û ev gotin kirin serdêra nûçeyên xwe. Axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî derbara têkçûna Amerîkayê himber Îranê u hişyarîdayîna derbara zîyan û derba ku dikare li keştîyên cengê yên vî welatî bikeve, bi awayekî berfire li medyayên Pakistanê jî deng veda.
Şebekeyên El Jazeera, Mesîre, Erebîye u Hedes, Rojnama Quds ul Erebî çapa Londonê, Ajansa Nûçeyan a Reutersê, Rojnama Economic Times, Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê, Rojnama Netional a Imaratê, Şebekeya Rusian Todayê jî bi awayekî berfire bala xwe dan ser axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî.
Şebekeya Al Ahd, Someriye News û Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Wayê jî bi raporên berfire pêgirî ser vê mêhwerê kirin ku Amerîka xwe derbara têkçûna himber Îranê di dehsalîyên buhurî da, mukur hatîye.Berfirebûna vê dengvedanê ji hêla erdnigarî va, ji Beyrût u Duheyê heta Bexda, Rîyaz, London u Sen`ayê nîşan dide ku axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî veguherîye mijareke mêhwerî ya vêjmana sîyasî ya medyayî ya cîhanê û wek helweseke zelal himber gefên Amerîmayê bi awayekî berfire bal kişandîye.