Sibat 13, 2026 15:47 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Sîstimên mûşekî yên Îranê xêza me ya sor e

Sekreterê Konseya Berevaniya Îranê pêgîrî kir ku sîstimên mûşekî yên Îranê nayên muzakirekirin.

Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Berevaniyê ya Îranê, di hevpeyvînnekî de bi amajeya li muzakireyên navokî yên Îran û Amerîkayê pêgîrî kir:  Sîstimên mûşekî yên Îranê xêza me ya sor e û nayê muzakirekirin. 

Wî wek berteka li hember gefên Rejîma Siyonîst dijî îranê got: Rejîma Siyonîst nikare bêyî piştgîriya rasterast a Waşîngtonê ti karekî bike. Şemxanî destnîşan kir: Em ê bersiveke bihêz, webirr û guncav  bidine her cure maceraheziyeka dijî Îranê. Wî amajeyî vî yekî kirk u amadetiya me ya leşkerî zav e û got: Berdêla her cure hesabeka şaş ji aliyê her aliyekî wê gelek zêde be.

 

Serepeyv