Wezareta Karên Derve ya Îranê xitabî G7ê: Dev ji destwerdana di karên navxweyî yên Îranê de berdin
Çile 17, 2026 19:10 Asia/Tehran
Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li himber daxûyaniya civîna Wezîrên Karên Derve yên Koma 7ê xitabî van welatan ragehand: Dev ji destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de berdin.
Di beşeke daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de hatiye, welatên G7ê, di bin bandora propagandeyên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst de bi zanebûn vê rastiyê paşguh dikin ku kombûnên aştiyane yên gelê Îranê bi amadebûna rêxistinkirî ya terorîstan ên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine pergalkirin ji 8 heta 10ê Çillê rastî şîdetê hat û di encamê de hejmareke zêde ji xwepêşanderan û hêzên beevanê ewlehîya bajêran ên Îranê ketin ber êrişan û şehîd û birîndar bûn.