Îran: Sekinandina tam a zengînkirina oranîyomê ne ya qebûlkirinê ye
Kanûn 20, 2025 19:01 Asia/Tehran
Berdevkê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê got: Bila alîyên beranberî me bizanibin ku daxwazên ecêb ku têkildarî Îranê u bernama zengînkirina oranîyomê ya vî welatî nemaze sekinandina tam zengînkirinê ku di hişê xwe da digerînin, ne pêkan in.
Bêhrûz Kemalwendî Berdevk u Cîgirê Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir ku mesleeya navokî û piştre ya mûşekî li welêt gellekî girîng in û dîyar kir: Heke ev mesele ne girîng bana, dijminan bala xwe nedidanê.
Kemalwendî herwiha got: Îran di warê ``radyodermanan`` da, di rêza 5 u 6 welatên yekem ên cîhanê da ye û yê di siberojeke nêzîktir da ji vê astê jî zêdetir li pêş bikeve. Di warên cotkarî û pîşeyê da jî em di rewşeke baş da ne.